Egîtîm Sen a Amedê: Bêyî aştiyê perwerdehiya bi ewle nikare bê avakirin
Platforma Şaxên KESKê ya Amedê û Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê bang li Wezîrê Perwerdehiyê kirin û wiha gotin: “Tiştên ku li Sêwreg û Mereşê qewimîn ne çarenûsa vî welatî ne. Bêyî demokrasî aştî, bêyî aştî perwerdehiya ewle, bêyî perwerdehiya ewle civakeke saxlem nikare bê avakirin.”

Platforma Şaxên KESKê ya Amedê û Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê bi boneya şermezarkirina êrişên li ser dibistanan li Xaçerêya Lûnaparkê ya li navçeya Peyas a Amedê meşek li dar xistin û li ber avahiya Miduriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajêr daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û nunerên saziyên sivîl, parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû û gelek kes tev li meşê bun. Di meşê de pankarta “Ji Tundiya li Dijî Mamosteyan re Bêje Na. Em civakeke bêtundî dibistanên ewle dixwazin” û gelek dowîzên li ser girîngiya mijarê nîşan didan hatin rakirin. Girse cih bi cih diruşmên “Zarok jiyan e jiyanê nekuje” û “Bijî berxwedana kedkaran” berz kirin. Metna daxuyaniyê Rêvebera Şaxa Egîtîm Senê ya Hêjmara 1an a Amedê Ozgur Gunger Pekgunê xwend.
‘Li her qada jiyanê de tundî zêde dibe’
Beriya daxuyaniyê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hêjmara 1an a Amedê Farûk Ercan axivî. Farûk Ercan bal kişand ser buyerên vê dawiyê qewimîne û ev tişt anî ziman: “Gel zarokên xwe dişîne dibistanan baweriya xwe bi wan tîne, lê li dibistanan jiyana zarok û mamosteyan di xetereyeke mezin de ye. Tundiyek mezin hatiye meşandin bi dehan kes hatine kuştin. Lê deng ji wan kesên ku berpirsyarên vî karî ne dernakeve. Em dizanin ku çerxa tundiyê ne tenê bi vê re sînordar e. Mixabin şert û mercên siyasî ku welatê me tê de ye her ku diçe tundiyê bi pêş dixin. Her roj gelê me di nav vê çerxa tundiyê tê girtin û îşkence kirin. Li her qada jiyanê tundî zêde dibe. Ji ber vê yekê em bang li desthilatê dikin ku dest ji van polîtîkayên xwe berd in êdî bes e.”
‘Bêedaletî her ku diçe zêde dibe’
Dû re Ozgur Gunger Pekgunê da zanîn ku ew xwendekar û kedkarên perwerdehiyê yên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û wiha got: “Êşa me mezin e, hêrsa me hevpar e. Saziyên perwerdehiyê, ne tenê cihên ku agahî lê tên veguhestin e, di heman demê de qadên giştî yên ku civaka demokratîk, wekhevî û aştî lê tên avakirin e. Dibistan ew mekan in ku nasname, ziman û çandên cihêreng hîn dibin ku bi hev re, di nav wekhevî û azadiyê de bijîn. Her êrîşa ku berê xwe dide van qadan, rasterast gefek e li dijî aştiya civakî ye. Tundî ne bûyereke tekane ye, sîstematîk e! Tundiya ku îro di dibistanan de pêk tê, ne bûyerên asayîşê yên tekane ne, encameke rasterast a krîza aborî, civakî û siyasî ya kûr e. Bêedaletî her ku diçe zêde dibe, bêkariya berbelav, fikara bêpêşerojiyê ya ciwanan û bêhêvîtiya ku mezin dibe, ev yek jî hilweşîna civakî bilez dike.”
‘Tiştên ku li Sêwreg û Gurgumê qewimîn ne çarenûsa vî welatî ne’
Ozgur Gunger Pekgunê diyar kir ku çareseriya krîza di perwerdehiyê de, tenê bi tedbîrên polîsî an tevdîrên ewlehiya fîzîkî ne pêkan e û ev tişt anî ziman: “Çareseriya rasteqîn, di bingeheke aştiyê de ku wekî dewlemendî tên dîtin û di xebateke demokratîk de ku mafê axaftinê yê her kesî heye veşartî ye. Demokrasî, li dijî polîtîkayên ferzker ên di perwerdehiyê de aqilê hevpar ê paydaran dixe dewrê. Edalet û liyakat jî bi dayîna soza pêşerojekê di nav pergalê de ji bo ferdan, rê li ber meyldariya ber bi tundî û pêkhateyên îllegal digire. Her wiha em daxwaz dikin ku Yûsûf Tekîn ê ku di serdema wezîrtiya xwe de bi pêkanînên xwe yên li her qada perwerdehiyê li şûna çareserkirinan pirsgirêkên perwerdehiyê ev pirsgirêk mezintir kirin, derhal îstifa bike. Tiştên ku li Sêwreg û Gurgumê qewimîn ne çarenûsa vî welatî ne. Bêyî demokrasî aştî, bêyî aştî perwerdehiya ewle, bêyî perwerdehiya ewle civakeke saxlem nayê avakirin. Me li dijî şer aştiyeke bi rumet, li dijî mirinê jiyanê, li dijî tariyê ronahiyê parast û em ê parastina xwe bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê girse qasî deh deqîqeyan li ber avahiya miduriyeta perwerdehiyê sekinî û bi tililî, çepik û diruşmeyan çalakiya xwe bi dawî kir.


