DYA Êrişî hedefên leşkerî yên Îranê yên li Girava Hargê kiriye

Serokê DYEyê Donald Trump diyar kir ku wan êrişî ‘’hemû hedefên leşkerî’’ yên Îranê yên li Girava Hargê kiriye. Trump got ku ji ber sedemên însanî wan binesaziya petrolê ya li giravê hedef negirtiye.

1 deqe xwendin
DYA Êrişî hedefên leşkerî yên Îranê yên li Girava Hargê kiriye

Serokê DYEyê Donald Trump diyar kir Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) êrişî hedefên leşkerî yên Îranê yên li Girava Hargê kiriye.

Trump di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dijîtal de diyar kir ku wan binesaziya petrolê ya li giravê hedef negirtiye û got: ‘’Ji ber sedemên însanî min binesaziya petrolê ya li giravê tune nekir.’’

Rafîneriyên li Girava Hargê, nêzîkî ji sedî 90ê hinerdeya petrolê ya Îranê pêk tînin. Ji ber vê yekê girav ji aliyê aboriya Îranê ve navendeke gelekî girîng e û ji bo herka pertola xav a gerdûnî jî li xaleke gelekî girîng cih digire.

Pispor diyar dikin ku ger DYA tesîsên petrolê yên ligiravê bombebaran bike yan jî bidest bixe wê beşeke mezin a hinardeya petrola xav a Îranê were sekinandin û ev yek wê rê li ber zedebûna buhayê petrolê veke.