Dûran Kalkan: Li Îranê pêşketina alternatîfa sêyemîn xurt e

Dûran Kalkan der barê rewşa li Îranê de wiha got: “Di nava hêzên demokratîk de wê Îraneke nû ya çalak bê avakirin. Dibe ku em nizanibin bê çawa çêbibe û wê kengî bigihêjin vê armancê, lê li Îranê teqez e ku pêşketina alternatîfa sêyemîn gelekî xurt e.”

1 deqe xwendin
Dûran Kalkan: Li Îranê pêşketina alternatîfa sêyemîn xurt e

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan beşdarî Bernameya Taybet a li Televîzyona Medya Haberê bû û li ser êrişên îdeolojîk ên li dijî Tevgera Azadiyê, şerê navbera DYA-Îsraîl û Îranê û rewşa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî.

We berê jî nirxandibû, di şerê Îranê de hin kes dibêjin ku Îran bi ser ket, DYA têk çû, hûn tevli vê dibin? Her wiha li Îslamabadê hevdîtin hebûn, mîna ku ev hevdîtin bêencam man. Ji vir û şûnde wê çi biqewime gelo? 

Belê, şer hîna germ e. Bandorê li herêmê û hemû cîhanê dike. Her kes dinirxîne, nîqaş dike. Kî qezenc dike kî winda dike. Yanî di rewşa heyî de noqteya ku şer hatiyê gelo yê qezenckiriye heye? Zehmet e. Yê ku dibêje min qezenc kiriye jê re dibêjin Serketina Piruzê. Yanî yê herdûyan jî Serketina Piruzê ye. Yanî rewşeke wisa tuneye. Em pêşî vê yekê bi zelalî bînin ziman. Belê, Îranê li hemberî êrîşên DYA û Îsraîlê berxwedanek nîşan da. Di wateya parastina statokuya netewe dewletê berxwedanek nîşan lê heta kuderê? Dikare bibêje ku min pêşiya serketina tam a DYA û Îsraîlê girtiye, lê rewşa wê hatiye kuderê. Ewqasî nirx winda kir. Îran serobino bû. Ez timî vê yekê difikirim gelo Xumeynî bijiya wê rê bide encameke wisa. Wê rê bida yan neda geşdanên bi vî rengî? Ji min re qet wisa nayê. Ji ber ku cudatir dixwend. Heke wî hawîrdoreke wisa nexwendiba, jixwe geşedaneke wisa nedijiya. Ji ber vê sîstema ku xwe spartiyê hiweşiyaye. Îran hîn jî dibêje ez ê yên berê biparêzim. Yên mane îdîaya wan ew e ku ew ê biparêzin. Na, nikarin biparêzin. Statukoya netewe dewletê hildiweşe û diguhere, wê Îran biguhere. Gelo êrişa DYA û Îsraîlê qezenc kir? Ma êrişa DYA û Îsraîlê çi qezenc kir? Vayê ewqas lêdan û hilweşandin, dibêjin em tune dikin û her roj bi qîreqîr dibêjin me tune kiriye. Encam li holê ye. Niha li ser maseya lihevkirinê rûniştine. Yanî di nava lêgerîna çareseriyê de ne. Yanî têkilî û tifaqên xwe winda kirin. Bandora DYA ya li ser cîhanê çû. Wisa tê fêmkirin. Demekî li ser şerê Ûkraynayê xwe dispart NATOyê, li ser siyaseta Ewropayê venêrînek ava kiribû. Rêveberiya berê. Rêveberiya Trump di vir ketiye nava rehaveteke mezin. Bêyî ku ji dost û hevalbendê xwe bipirse ketiye nava êrişeke wiha. Gotiye ez ê her tiştî bikim lê derket holê ku nekiriye. Ew jî winda dike. Geşedanên heyî yên DYAyê, DYA bi spartina şerê Ûkraynayê re di hêzkirina NATOyê ya li cîhanê û stratejiya hegemonyaya tekbirinê de bi ser neket. Dikarim bi rehetî bibêjim têk bir. Êdî wê serketiya vê çênebe. Mirov dikare wisa bibêje, yanî aliyên ku şer dikin wê bi ser nekevin. Neçarin ku li hev bikin. 

Rêber Apo jî wisa dibêje. 

Belê, em jî dixwazin ku lihevkirina demokratîk pêk were. Deriyê demokrasiyê vekin. Bila dev ji dîktatorî, şer, rijandina xwînê û hişmendiya bi çewisandin û eciqandina civakan re wê hebûna xwe bidomîn, berdin. Ya ku wan jî bide jiyîn ev e. Rêber Apo di sala 2001an de di parêznameya Ji Rahîbên Sumeran Ber bi Şaristaniya Demokratîk ve van hemû nirxand û got ku wê herdu alî jî qezenc nekin. Dibe ku şoreş jî serketina tam bi dest nexe. Got ku di encamê de dibe ku lihevkirinek derkeve holê. Îxtimala mezin encama vî şerî wê ji bo aliyan lihevkirinek çêbibe. Niha ber bi vê yekê ve diçe. Geşedanên li Îranê vê yekê vekirî raxist ber çavan. Ji ber vê yekê qîreqîra serketinê vala ye. Em dibêjin ku bila hinekî di nava nêzîkatiya demokratîk de bin. 

Di esasê de ez dixwazim vê binirxînim. Dema ku mirov li vir lê dinêre, tiştên diqewimin tenê di nava êrişên DYA-Îsraîl û parastina Îranê de digirin dest û ev yek kêm e. Gelek derdor wisa dinirxînin. Wekî ku tenê ev herdu hêz hene û yek ji wan wê qezenc bike. Yek ji wan jî qezenc nake. Yên ku wisa lê dinêrin û dinirxînin xelet in. Yên ku tiştên heyî û pêvajoya qewimiye tenê di aliyê Îran û êrişên DYA û Îsraîlê de girtin dest xapiyan. Hevalbendên DYAyê li hemberî wê derketin. Ewropa û di serî de Îngiltere. Li Îranê gel hene. Belê, nebûn alîgirê destwerdan derve. Lê nebûn alîgirê rejîma heyî jî. Li hemberî wê têdikoşin. Ji belûcan heta kurdan û fars bi xwe jî. Yanî aliyên reformîst hebûn, gelek rêxistin û derdorên siyasî hene. Îrana demokratîk dixwazin. Dixwazin Îran demokratîk bibe û ber bi komara demokratîk ve biguhere. Divê êdî îranî xwe ji têgehên rojavayî xwe rizgar bike. Bûne mîna ku li gorî xwe têgeh ava kirine. Ji komara îslamî re erê, heta vê derê hat. Wê îslamê demoratîk bikin. Herî kêm wê îslama demokratîk çêbikin. Dijberkirina îslam û demokrasiyê, dibêjin an hûn ê bibin îslam an jî demokrasî. Ev yek ne rast e. Rêber Apo bi Peymana Medîne piştrast kir û rastî danî holê. Ji ber vê yekê divê ew hêz jî vê yekê bibînin. Li Îranê alternatîfa sêyemîn heye. Vaye DYA, Îsraîl. Lêgerîna hegemonyaya cîhanî ya împaratoriya DYAyê û hegemonyaya Îsraîlê ya Rojhilata Navîn û rejîma Îranê ya komara îslamê, di rastiyê de rejîma Xemaney bû û divê israra berdewamkirina rejîma dijberiya gel bê derbaskirin. Herwiha lêgerîna sêyemîn heye. Lêgerîna gel komara demokratîk. Lêgerîna yekîtiyê. Lêgerîna Îrana demokratîk. Li Îranê civakek bi vî rengî heye. Ev hêzên gel gelek caran namzetên Xemaney têk birin. Bûn serokkomar, bûn serokwezîr. Di nava rejîma heyî de jî bi bandor bûn. Li derveyî vê hêzên demokratîk, hêzên gel hene. Civaka Îranê civaka ku herî zêde ji demorkasî û azadiyê re vekiriye. Rewşa wê ya dîrokî wisa ye. Dewletparêzî xurt e lê civaka demokratîk jî xurt e. Rêxistiniya jinan jî xurt e. 2 sal berê şoreşa Jin Jiyan Azadî ji rojhilatê Kurdistanê destpê kir û li seranserê Îranê belav bû. Jinan çawa li hemberî rejîmê helwest nîşan dan û rejîmê ji binî ve hejandin. Di çarçoveya azadiya jinê de wê ev rejîm demokratîk bibe. Divê mirov vê jî bibîne. Gelo ji binî ve şoreşeke demokratîk pêk tê, dibe ku ew jî nebe. Lê di encamê de ev rejîm wê wekî berî xwe nedomîne û ne jî pêşbiniya êrişên DYA û Îsraîlê ku wê hegemonyaya Îsraîlê bi ser bikeve, wê bi ser nekevin. Di nava hêzên demokratîk de wê Îraneke nû ya çalak bê avakirin. Dibe ku em nizanibin bê çawa çêbibe û wê kengî bigihêjin vê armancê, lê li Îranê teqez e ku pêşketina alternatîfa sêyemîn gelekî xurt e. Hêza wan heye. Wê lihevkirineke bi vî rengî pêş bikeve. Wê hêzên demokratîk bi bandor bibin. Herî kêm wê lihevkirneke ku ji demokrasiyê re vekiriye. Wê rewşeke ku hêzên demokratîk, jin û gel mafên xwe bi dest bixin derkeve holê. Xuyaye ku ber bi vê yekê ve diçe. Di encamê de divê mirov vê yekê bibîne. Îran serobino bû. Dixwazin ew nirxên ku bi sedan, hezaran salan hatiye avakirin, tune bikin. Dîrokê tune dikin. Ev şer, şerê dijmantiya dîrokê ye. Şerê li dijî mirovahiyê ye. Yanî hemû nirxan tune dike. Li rojhilat, li Rojhilata Navîn naxwazin şopa dergûşa mirovahiyê bimîne. Êrîşên li ser Kurdistanê tên kirin jî bingeha xwe ji vê digire. Yek ji sedemên ku li Rojhilata Navîn şer tê derxistin ev e. Modernîteya kapîtalîst ji bo dîroka mirovahiyê tune bike êriş dike. Çawa ku dixwaze xwezayê tune bike êriş dike, ji bo dîrokê jî tune bike êriş dike. Niha hat vê rewşê. Di aliyekî de em ê bibêjin wê lihevkirineke demokratîk wê çêbibe û pêşve biçe, lê piştî ewqas wêranî, wê pêşketin çiqasî baş bibe û mirov bextewar bin cihê nîqaşê ye. Bêyî ku ev biqewimin dikarîbû ev pêk bihata. Bêyî ku wêraniyeke wisa çêbibe dikarîbû pêk bihata. Lê vê yekê ji mirovahiyê re rewa dîtin. Berpirsyarên vê li holê ne. Ev berpirsyar wê di nava dîrokê de timî wekî berpirsyarê vê yekê bên dîtin. Divê vê jî zanibin. 

Her kes Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wekî dijberiya DYA, Çîn û Rûsyayê digirin dest. Lê bi şerê Îranê re derket holê ku gelo derzek heye. Wekî ku we jî got, Ewropa piştgirî neda, Îngiltere piştgirî neda. Gelo ev derizandineke? Divê hêzên demokratîk vê yekê çawa fêm bikin? 

Devlet Bahçelî dîsa wisa daxuyanî da, di civîna MHPê de ev hebû. Rûsya jî daxuyanî dabû. Li hemberî DYAyê bila tifaqa Rûsya, Çîn, Îran û Tirkiyeyê bê avakirin. Di navbera Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û salên 90î de serdemek hat jiyîn. Serdema alozî û pevçûnên di navbera bloka DYA û Sovyetan. Li hemû cîhanê siyaset xwe spart yek ji van hêzan û wisa jiya. Siyaseteke erzan ava bû. Wekî ku lêgerîna vê yekê ye. Lêgerînên di vî alî de hene. Lê piştî hilweşîna Sovyetan, wekî ku cîhaneke du bendberî ji holê rabû û yek bendberî jî rabû. Piştî du bendberî ji holê rabû DYA jî rabû got ku ez împaratorî ava dikim. Gelek derdor avakirina împaratoriya DYAyê îlan kirin. Rêber Apo got; na. Împaratoriya DYAyê li hemberî Yekîtiya Sovyetan bû. Yekîtiya Sovyetan a ku hilweşiya wê DYA bandora xwe winda bike. Niha noqteya ku em hatinê ev e. Yanî yek bendberî çênebû, cîhana kapîtalîst ber bi pir bendberiyê ve diçe. Gelek derdor xwestin vê yekê fêm bikin û binirxînin. Lê yên ku bi qasî tê xwestin nedîtin û ne nirxandin, pêşketin nexwendin, pêvajo nexwendin, şerê Ûkraynayê nexwendin, şerê Kendavê û geşedanên li Rojhilata Navîn bi qasî tê xwestin nexwendin. Yanî daxwaza Rûsyayê bibe hêzeke kûrewî heye. Îran di hêla leşkerî û siyasî de hêzeke kûrewî yê girîng e. Lêbelê gotineke Serokê Çînê Mao heye dixwazim wê bi bîr bixim. Gotibû; Çîn wê tu carî nebe dewleteke super. Çîn di rêça Mao de nameşe û gelekî guherî. Yanî divê xeta Mao jî bê nirxandin. Lê pratîka heyî gelekî jê dûr ketiye. Lê hîn jî wekî DYA û yên din ne li pey dewleta super de ye. Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye. Wekî ku hin heval dibêjin, Çîn bêdeng e û ji kûr ve tê. Li şûna aliyê leşkerî derxe pêş, di çarçoveya aborî û bazirganiyê de dimeşe û di siyasetê de bi bandor dibe. Yanî ev pevçûn hene. Pevçûnên DYA û Rûsyayê hene, nakokî û pevçûnên DYA û Çînê hene. Lêbelê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bendberiya Îngiltere û Almanyayê çêbû. Ji xwe jê re şerê Îngiltere û Almanyayê tê gotin. Bendberiyek çêkirin. Şerê Cîhanê yê Duyemîn dîsa di navber Almanya û Îngiltere, Fransa û paşê DYA beşdar bû û Rûsyayê de qewimî. Hîtler bi êrişa Rûsyayê re xwest bibe lîderê sîstema kapîtalîst. Xwest hemûyan dixe bin destê xwe û vê hêvî kir. Xeteke wisa xêz kir. Rê û rêgeha şer guharand. Belê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Şoreşa Cotmehê pêk hat. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, rojhilatê Ewropayê çêbû, li Çînê şoreş çêbû. Ev li ser navê şoreşa sosyalîst çêbûn. Sedsala 20yemîn wekî sedsala şoreşan hat pênasekirin, lê encamên wan li holê ne. Di vê avaniyên wan ên îdeolojîk û teorîk bên rexnekirin û nîqaşkirin. Mînak destketiyên xwe neparastin. Rûsya neparast. Serobino kir. Ev jî rê li ber guhertina destketiyan vekir. Rêber Apo, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wiha pênase kir: “Pevçûna di navbera hêzên sermeyedar ên kûrewî û statukoparêz a netewe dewletê.” Bi rastî jî heta niha şer wisa berdewam kir. Şer di esasê xwe de li Rojhilata Navîn pevçûna hêzên sermeyedar ên kûrewî û netewe dewletê berdewam kir. Bi rêveberiya Seddam re bi şerê Kendavê dest pê kir, li Afrîkaya Bakur belav bû û heta Lîbyayê, li Misirê veguherî şer. Niha ji 7ê Cotmehê ve bi şerê Xezeyê re xwe gihand navenda Îranê. Yanî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî ji nakokî û pevçûnên navxweyî yên sîstema modernîteya kapîtalîst derket. Niha li ser vê bingehê pevçûn hene. Bi rastî jî encamên ku şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn derxistin holê ne kêmtir e. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Çar hilweşiya û wê demê Lenîn got ku Çar hilweşiya. Cîhan serobino bû. Niha jî ji Seddam Huseyîn heta Husnu Mubarek, ji Kadafî heta Alî Xemaney û ji Hizbûllahê heta yên din, hemû siyasetmedarên ku li Rojhilata Navîn derketine holê, lîderên wan hatin tunekirin. Her yek ji wan di aliyekî de xwe xwediyê cîhanê didîtin. Di vê wateyê de divê ev şerê 35 salan biçûk neyê dîtin. Niha tişta ku şerê Îranê derket holê ev bû. Yanî di serî de Îngiltere, hin dewletên Ewropayê bi DYAyê re ne di nava yekîtiyê de ne. Ya rastî DYA xwe dispart encamên êrişên ku berê kiribû û serê wê gêj bibû, hevalbendên xwe yên NATOyê li aliyekî hiştiye û bi hişmendiya ku wê her kes serê xwe li ber min deyne dest bi êrişê kiriye. Bertek nîşanî vê yekê dan. Li hemberî şerê Îranê yê bi vî şêweyî derketin. Bi şerekî vî rengî guhertina rejîma Îranê rast nedîtin. Vê yekê ji bo sîstema modernîteya kapîtalîst a ku ew jî di nav de ne, zirar dîtin. Di aliyê sîstemê de talûke dîtin û ev bû rewşeke nû. 

Ev tiştekî derbasdar e? 

Ev ne derbasdar e. Heta niha DYA, Îsraîl û Îngiltere bi hev re dimeşandin. Îngiltere ev sîstem avakiriye. Îngiltere hişt ku bibe kûrewî. DYA ji Îngiltereyê dewr girt û sîstema Îngiltereyê berdewam dikir. Niha wê wekî sîstema DYAyê guherand. Îngiltere vê qebûl nake. Ji ber vê yekê Îngiltere ji Yekîtiya Ewropayê derketibû. Niha dibêjin ku dîsa nêzîkî Yekîtiya Ewropayê dibe. Ewropa tiştên xwe derdixîne holê. Ev tişt qewimî. Şerê Îranê rê li ber vê vekir. DYA bi şerê Ûkraynayê ya bi rêya NATOyê re di şerê li hemberî Rûsyayê de bandora xwe ya li Ewropayê winda kir. Hem jî di serî de Îngiltere. Îngiltere avakarê sîstemê ye. DYA bêyî Îngiltereyê wê çawa bimeşîne, ne diyar e. Ev yek derxist holê ku sîstema kapîtalîst ne du bendberî ye, pir bendberî ye û hem jî nakokiya îngilîz û DYAyê derxist holê. Ji niha û pê ve wê bandorên vê yekê bê dîtin. Yanî wê bêhtir bi nakok be. Ev rewş ji bo gelan, hêzên demokratîk û jinan dikare bêhtir zemîna xwe rêxistinkirin û têkoşînê ava bike. Ji bo derbaskirina sîstema modernîteya kapîtalîst, wê bêhtir derfetê bide pêşxistina têkoşînê. Dîtina vê yekê girîng e. Belê wê gelek hêz di nav xwe de nakokiyan bijîn. Mesela bi rastî êrişên DYA û Îsraîlê wekî kapîtalîzma hov hat pênasekirin. Êrişeke bê ser û ber bû. Êrişeke ku tu pîvanan nas nake pêk hat. Êrişeke ku mîna hêza me ya teknîkê heye wê her kes teslîmî me bibe pêk hat. Êdî pêşiya vê tê girtin. Ev ji Xezeyê dest pê kir û heta Îranê berdewam kir. Ev êriş êdî bû lûtkeya êrişê. Wê ji vê bêhtir paşve biçin. Wê pevçûnek mîna vê dernexin holê. Em ê êdî geşedanan di vê çarçoveyê de bimînin. Êdî nêzîkatiyên yek an jî du bendberî ne rast in. Bi dîtina pir bendberiyan re ji bo azadî, demokratîk û jiyana azad a gelan encam derxistin girîng e.