Dîroka mihrîcana Depê diyar bû

Mihrîcan Xweza û Çandê ya Depê ku îsal dê cara 3yemîn were lidarxistin, dê ji 31ê Tîrmehê heta êvara 2yê Tebaxê bidome.

1 deqe xwendin
Dîroka mihrîcana Depê diyar bû

Dîroka Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê ku li navçeya Depê ya Xarpêtê îsal cara 3yemîn tê lidarxistin, zelal bû. Komîteya Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê ya li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ya Depê daxuyaniyek da. Komîteyê da zanîn ku festîval dê ji 31ê Tîrmehê heta êvara 2yê Tebaxê bidome.

Hevserokê Şaredariya Depê Cafer Ogûr derbarê mihrîcana li Depê tê lidarxistin axivî û wiha got: “Di Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê ya sala 2026an de ku xweza, çand, huner û xwişk û biratî werin cem hev, em ê ji dîtina we ya di nav me de keyfxweş bin. Mihrîcana me ya ku bi salan e nirxên hevpar ên gelên me dide jiyîn û mîrata me ya çandî vediguhêze pêşerojê, îsal jî bi bernameyeke dewlemend û beşdarên xurt bi we re ye. Festîvala me dê di 31ê Tîrmehê de li Ortaparka Depê bi dîwana dengbêjan dest pê bike. Festîvala me ya ku wekî hilgirên herî giring ên çanda me ya pîroz a devkî bi dengê dengbêjan destpêka xwe dike, dê di 1 û 2yê Tebaxê de li Baxçeyê Neteweyî yê Taxa Bahçelievlerê bi konser, çalakiyên çandî û hevdîtinên cihêreng berdewam bike. Sê rojan li qada festîvalê ya ku çand, huner, muzîk û piştevanî tê de dibin yek, dê her weha standên firotinê û çalakiyên civakî jî hebin.”

Banga tevlîbûnê

Cafer Ogûr banga tevlîbûna mihrîcanê kir û wiha got: “Em hemû gelê xwe ji bo mezinkirina dostanî, piştevanî û çanda jiyana hevpar vedixwînin Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê ya sala 2026an. Werin em di rengên xweza, çand û hunerê de bigihin hev.”

Di festîvalê de dê Koma Amed, hunermend Erol Berxwedan, Silbûs û Tarî, Eylul Nazlier û Azad Bedran derkevin dikê.