Bi girseyî serdana şîna Fermandarê YBŞê Emîn Kartal hate kirin
Li Hezexê gelek kes serdana şîna Fermandarê YBŞê Emîn Kalkan kir û di şînê de peyama dilsoziya bi cangoriyên azadiyê re hate dayîn. Kalkan di 15ê Gulanê de li Şengalê jiyana xwe ji dest dabû.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi pêşengiya MEBYA-DERa Şirnexê gel serdana şîna Fermandarê Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) Emîn Kartal (Kawa Şengalî) kir. Kalkan di 15ê Gulanê de li Şengalê jiyana xwe ji dest dabû û nasnameya wî nû hatibû ragihandin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek welatî li ber avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Hezexê kom bûn û heya Mala Şînê ya li Taxa Atakentê meş li dar xistin. Girseyê di meşê de dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Piştî ku girse gihîşt mala şînê, li vir ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin pêk anî.
Piştî rêzgirtinê Rêvebera MEBYA-DERê Xanê Karavîş serxweşiyê li malbata Kartal û gelê Kurd kir û got ku ew ê her tim şopdarê rêça cangoriyan bin.
Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez jî diyar kir ku ew bi saya tekoşîna cangoriyên doza Kurdistanê hatine van rojan û ew ê her tim bi wan serfiraz bin. Îrmez bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Em îro di pêvajoyekî de ne û ev pêvajo bi keda lehengên Kurdistanê dê bi encam bibe. Em tu dem keda wan ji bîr nakin û em ê her tim ji bo xeyalên wan têbikoşin.”
Dayika Emîn Kartal, Sitî Kartal jî got ku kurê wê şehîdê hemû Kurdistanê ye û bila serê gelê Kurd saxbe.
Serdana şînê bi xwedina duayan bi dawî bû.


