Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de rêya sêyemîn û aqilê kurdî yê stratejîk
Nexweşiya herî mezin a serdema me ew e ku zanebûn heye, lê ev yek venaguheze pratîk û jiyanê. Xwexapandin, konformîzm, ji xwe revîn û ketina nav lîstikên modernîteya kapîtalîst, mîna xencerekê ye ku li sînga gelê kurd hatiye citkirin, rêya rizgarî û azadiyê dixitimîne.

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi hemû dijwariya xwe li Rojhilata Navîn kûr dibe. Ev şer di cewhera xwe de şerê hegemonyayê, yê di navbera DYA û bloka Çîn-Rûsyayê de ye. Çawa ku li Ûkraynayê pêşî li Rûsyayê hat girtin, îro jî bi şerê Îranê hewil didin pêşî li bloka rojhilat bê girtin. Ev şerê gerdûnî, statukoya sedsalî ya Rojhilata Navîn perçe dike. Di nav vê perçebûnê de, xeta kurdê azad bûye dînamîka herî xurt a herêmê. Lê hêzên hegemon û yên statukoparêz, ji bo ku pêşketinên li gorî berjewendiyên gelan pêk neyên, hewil didin ku xeta kurdê azad lawaz an jî tesfiye bikin.
Li hemberî vî dîmenê cîhanî, paradîgma û felsefeyeke nû derketiye holê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de ev yek wekî, ‘Aqilê stratejîk ê Kurdan’ pênase kir. Vî aqilî, bi têkoşîneke bêhempa zîhnên ku ji aliyê dijmin ve hatibûn dagirkirin, di astek jor de rizgar kir. Lê hêj her tişt qediyaye. Tevî ku îro derfetên guherîn û veguherînek dîrokî hene jî hêj bandora ‘kesayeta kurdî ya klasîk’ wekî astengiyekê li pêşiya vî aqilî disekine.
Nexweşiya herî mezin a serdema me ew e ku zanebûn heye, lê ev yek venaguheze pratîk û jiyanê. Xwexapandin, konformîzm, ji xwe revîn û ketina nav lîstikên modernîteya kapîtalîst, mîna xencerekê ye ku li sînga gelê kurd hatiye citkirin, rêya rizgarî û azadiyê dixitimîne. Beriya ku em cîhanê û dijmin sûcdar bikin, divê em wê xencera li sînga me hatiye citkirin derxînin. Ango divê em kesayeta kolektîf, komînal û demokratîk di şexsê xwe de ava bikin. Kesayeta daxwazker ku her tim li bendê ye dewletek an hêzeke derve azadiyê bidê, berhemê zîhniyeta netewe-dewletê ye û mehkûmî têkçûnê ye. Azadî nayê xwestin, tê pêkanîn.
Tecrûbeyên dîrokî û tekoşîna zêdeyî 50 salî gelek zelal nîşanî me da ku dema mirov hêza xwe ya cewherî esas digire destkeftinên mezin çêdibin. Lê gava ku têkiliyên taktîkî yên bi hêzên ji derve re esas tên girtin, ango gava mirov xwe zêde dispêre hêzên derve, rîskên mezin derdikevin holê. Hêzên hegemon jî mîna dewletên statukoparêz dijşoreşê in. Rêya rizgariyê ne xwespartina hêzek din û gilîkirinê ye. Rêya rastîn ‘Rêya Sêyemîn’ e ku Rêber Apo wekî aqilê stratejîk ê kurdan dinirxîne. Armanca vî aqilî avakirina Neteweya Demokratîk û civaka komînal e ku hemû gelên hatine çewsandin digire nav xwe.
Kurd êdî li Rojhilata Navîn bûne aktorekî sereke û vîna wan a azad heye. Entegrasyona demokratîk a bi gelên herêmê re, bi taybetî jî tifaqa dîrokî û demokratîk a bi gelê tirk re li ser bingeheke wekhev, dikare bibe çareseriya herî mezin a herêmê. Şerekî muhtemel ê di navbera kurd û tirkan de, wê zirarên mezin bide her du gelan û wan zêdetir muhtacî hêzên derve bike. Lê ji bo ku entegrasyoneke azad pêk were, hem divê li Tirkiyeyê aqilekî dewletê yê demokratîk derkeve pêş, hem jî divê kurd di polîtîkaya pratîk de bibin hêzeke bêşikestin.
Rêber Apo dibêje ku polîtîka ji bo civakê wekî xwînê ye. Heke herikîna xwînê bisekine, mejî di nav sê deqeyan de dimire. Di serdemeke wiha krîtîk de polîtîkayek biisrar û hostatî pêwîst e. Em bi xeyalan na, bi heqîqetê re rû bi rû ne. Goristana sedsalî hatiye şikandin, lê heke em di zîhniyet û pratîka xwe de gavan neavêjin, rîska dubare vegera nav wê goristanê heye. Lê heke aqilê stratejîk ê kurdî bi rêxistinbûneke xurt, bi jiyaneke komînal û polîtîkayeke cewherî bê bipêşxistin, ti hêz nikare pêşî li gelê kurd û têkoşîna gelê azadîxwaz bigire. Ev sedsal, wê bibe sedsala azadiya kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn. Ji bo vê jî bi lezkirina kar û xebatên înşayê û mezinkirina têkoşînê. Derfetên vê yekê jî ji her demê zêdetir in. Roj roj bikaranîna derfetan û bicihanîna berpirsyariyên civakî û dîrokî ye.


