Karê me pir e, dema me kin e, erka me rêxistinkirin e
Di civak û xwezaya kurdan de ji bo vê çareserkirina pirsgirêkan û bicihanîna pêwîstiyên civakê, çavkaniyên cewherî yên xwezayî û mirovî hene. Bi tenê li benda rêxistinkirinê ne û ji bo vê rêxistinkirinê jî ne pêwîst e em li benda gavavêtina dewletê an desthilatdariyê bimînin.

Di ser despêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re 19 meh borîn. Heta îro hêla kurdan, ango Birêz Abdullah Ocalan û rêxistina wî PKKê, tiştên li ser milên wan ji bo pêwîstiyên vê pêvajoyê bi cih anîne. Lê mixabin heman berpirsyarî li aliyê dewletê û desthilatdariyê nehatiye bicihanîn. Herî dawî, di ser rapora Lijneya Piştgiriya Neteweyî, Xwişk û Bratî û Demokrasiyê re jî du meh û nîv derbas bûne. Lê hêj ne ji nûnerên dewletê, ne ji desthilatdariyê û ne jî ji Meclisê deng dernakeve.
Hêla kurd û hêzên demokrasiyê jî di nav nîqaşên çerxa bêsûd de mane. Hêla kurd û hêzên demokrasiyê tim û tim di nav nîqaş û gotinên dubare de û dibêjin “dewlet gav navêje, divê dewlet gav biavêje, divê zagon derkevin” û hwd. Bêguman ev gotin û rexneyên wan li cih in. Lê ji bo ku xebatên xwe yên civakî bikin, ne pêwîst e em li hêviya gavên dewletê û desthilatdariyê bimînin. Ji ber ku ji bo xebatên civakî şert û merc li cih in.
Heta niha li derdora me dengê çekan bilind bû. Rewşa şer gihandina dengê me bi raya giştî re zehmettir dikir. Lê îro dengê çekan rawestiye. Dema bilindkirina dengê mirovan e. Ji ber ku dengê mirov ji hemû dengan cudatir û bi hêztir e. Ew dengekî wisa ye ku hemû dengên din di bin xwe de dihelîne. Tevî ku ew nake qêrîn jî, tevî ku ew bi tenê pistînekê bike jî. Her çiqas pistînek piçûk be jî, dengê artêşên mezin dişikîne, ji ber ku dengê mirov û mirovahiyê rastiyê dibêje. Divê îro em wekî tevgera kurdî û dostên xwe dengê xwe yê mirov û mirovahiyê bilindtir bikin. Ne hewce ye em li benda gavavêtina dewletê bisekinin. Ji ber ku ev tevger ji gotinên xwe zêdetir bi xebat û pratîkên xwe tê naskirin. Karê me gelek e û dema me jî kin e.
Divê bêguman di serî de xebatên civakîkirina vê pêvajoyê bidomin. Ji bo wê jî divê di serî de azadbûna Birêz Abdullah Ocalan a fîzîkî xebata sereke. Ji bo vê yekê divê gav bi paş ve neyên avêtin. Di heman demê de di çarçoveya xebatên pêvajoyê de yên din jî bidomin: wekî xebatên parlementoyê, xebatên hevdîtin û dîplomasiyê, hevdîtinên bi muxalefetê, saziyên demokratîk û bi civakê re.
Lê esas tiştê ku li pêşiya me ye û Birêz Ocalan nîşan daye, rêxistinkirina civakê ye. Rêxistinkirina civakê ne ew e ku mirov civakê bike endamê partiyek an saziyekê. Rêxistinkirina civakê ew e ku civak çi pirsgirêkên wê hebin, bi çavkaniyên xwe yên cewherî û bi aqilê xwe yê polîtîk çareser bike. Îro di serî de civaka kurdan û bi giştî gelê Tirkiyeyê xizan û bêkar in. Gund û navçeyên Kurdistanê vala bûne. Ciwan ji bo debara xwe ketine rê û ber bi welatên biyanî ve çûne. Îro gelek ciwanên kurd ji bo debara xwe deynan dikin û didin çeteyên kolberên mirovan. Lê ji ber ku warên ku diçin û tiştên ku hêvî dikin nabînin, ne dikarin vegerin û ne jî kar dibînin. Îro li gelek deverên Ewropayê, heta Meksîka, Kanada û Amerîkayê ciwanên kurd belengaz û bêçare ne.
Bi rêxistinkirina civakê ev pirsgirêkên xwe yên bêkariyê, xizaniyê û hilberînê çareser dike. Îro dîsa li Kurdistanê pirsgirêkek mezin heye. Pirsgirêka nexweşxane û nojdarkirina nexweşan. Li hêlekê ji bo nojdarkirinê li nexweşxaneyên dewletê dor tune ye, li hêla din jî li nexweşxaneyên taybet buhabûna nojdar (tedawî) kirinê gelek zêde ye. Civak di navberê de dimîne û nexweşiyên xwe yên giran jî di bin êş û eleman de dikişînin. Civak dikare pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ew bi xwe çareser bike û li gorî rûmeta mirovahiyê nexweşan nojdar bike. Pergala yekperest bi sedan salan çand û zimanê kurdan înkar dike, mafê perwerdeyê binpê dike û pirî caran jî talan dike. Gelek çîrok, destan, kilam, stran, helbest û berhemên wêjeyî û dîrokî li ser navê tirkîtiyê vediguherîne û çap dike. Bikaranîna zimanê kurdî li raya giştî bi awayekî tê qedexekirin. Zimanê kurdî hîn jî di meclisa Tirkiyeyê de wekî “zimanekî nenas” tê binavkirin û pirsgirêka herî girîng jî perwerdeya bi zimanê kurdî mixabin hîn jî qedexe ye. Mixabin xuya ye ku amadekariya me jî di vî warî de hîn kêm e. Civak bi rêxistinkirina xwe dikare li çand û zimanê xwe xwedî derkeve û pirsgirêkên xwe çareser bike. Îro xwezaya Kurdistanê di bin êrişa kapîtalîzm û mîlîtarîzmê de ye. Xweza çavkaniya hemû candaran e. Dema ku xweza têk here, ew ê qad û çavkaniyên candaran nemînin û candarî jî têk biçe. Civak bi rêxistineke ekolojîk dikare hem xwezaya xwe biparêze hem jî hilberîneke ekolojîk pêk bîne. Birêz Ocalan rêxistinkirina civakê ya bi vî rengî wekî “Civaka Komînal” bi nav dike. Lê ji bo azadbûna kurdan û azadmayîna kurdan, yekgirtî û tifaqa kurdan mijara hebûn û tunebûnê ye. Ev tespît hem di bûyerên dîroka kurdan de hem jî di mînakên Rojava û Rojhilat de hatiye ceribandin. Ji ber wê jî em dibêjin yekgirtî û tifaqa kurdan di qada aboriyê de, di qada çand û zimanê hevpar de, di qada dîplomasiyê de, di qada xweparastinê de û di hemû qadên jiyanê de girîng e.
Di civak û xwezaya kurdan de ji bo vê çareserkirina pirsgirêkan û bicihanîna pêwîstiyên civakê, çavkaniyên cewherî yên xwezayî û mirovî hene. Bi tenê li benda rêxistinkirinê ne û ji bo vê rêxistinkirinê jî ne pêwîst e em li benda gavavêtina dewletê an desthilatdariyê bimînin. Eger em di vê pêvajoyê de çareserkirina pirsgirêk û pêwîstiyên civakê bi kar neynin û bi tenê wekî çareserkirina naskirina nasnameyê bibînin, em ê xeletiyeke mezin bikin.
Ceribandinên cîhanê yên wekî Afrîkayê nîşan didin ku civak bi rêbaza komînal neyê birêxistinkirin, çareserî bi tenê wekî çareserkirina nasnameyê bê dîtin ew ê çareserî çareserkirineke derewîn be. Û wekî ku Birêz Ocalan jî di nêrînên xwe de tîne ziman, ji bo avakirina civaka demokratîk %10 karê dewletê ye. Ew jî, ji bo rakirina astengkirina li pêşiya siyaseta demokratîk û rêxistinkirina civakê, beşdarbûna gerîlayên PKKê yên civakê, derxistina zagonan e. Ji %90 karê me ye ku em civakeke komînal ava bikin. Wekî ku me di serî de jî got: Kare me pir e, dema me kin e.


