Di êrişan de 14 welatiyên sivîl hatin kuştin û 6 welatî jî birîndar bûn

Di êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jê 5 zarok 14 welatiyên sivîl hatin kuştin û 6 welatî jî birîndar bûn.

1 deqe xwendin
Di êrişan de  14 welatiyên sivîl hatin kuştin û 6 welatî jî birîndar bûn

Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên Îsraîl-Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.

 Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 14 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan ku 5 ji wan zarok û 3 ji wan jin bûn, her wiha 6 welatiyên sivîl jî birîndar bûn. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser Tehran, Sine, Îsfehan û Elburz hatine kirin.

Di heman raporê de HRANA destnîşan kir ku niha ji bo piştrastkirin kuştin û birîndarbûna 352 kesan lêkolîn tê kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar 276 welatiyên sivîl hatine qetilkirin ku 205 jê zarok bûn.