Di dosyeya Gulistan Doku de 6 gumanbarên din hatin girtin
Di dosyeya Gulistan Doku de 6 gumanbarên din jî hatin girtin. Hêjmara girtiyan derket 8an.

Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de gumanbar Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Ferhat Guven, Cemîle Yucer, Engîn Yucer û Zainal Abakarov bi daxwaza girtinê û Ûgûrcan Açikgoz jî bi daxwaza kontrola edlî ya qedexeya derketina derveyî welat sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgehê derbarê Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Ferhat Guven, Cemîle Yucer, Engîn Yucer û Zainal Abakarov de biryara girtinê da.
Li edliyeyê kar û barên îfadeyê yên gumanbarên din didome.


