DFG rapora xwe ya meha nîsanê aşkere

DFGê rapora xwe ya meha nîsanê ya der barê binpêkirinên mafên rojanmegeran de ragihand. DFGê da zanîn ku di meha nîsanê de bi ser mala 3 rojnamegeran de hat girtin, 3 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hat girtin û binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam dikin.

1 deqe xwendin
DFG rapora xwe ya meha nîsanê aşkere

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran ya meha nîsanê aşkere kir. Daneyên DFGê yên meha nîsanê nîşan didin ku binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam dikin. Herwiha zextên li ser mafê jiyanê, ewlehî, azadiya îfadeyê û xebatên pîşeyî yên rojnamegeran, di vê mehê de jî tabloyek giran derxistiye holê.

DFGê di raporê de ji aliyê binpêkirinên li dijî mafê jiyanê û ewlehiyê de diyar kir ku 2 organên weşanê bi êriş an jî astengiyan re rû bi rû mane, bi ser mala 3 rojnamegeran de hat girtin, 3 rojnameger hatin binçavkirin û rojnamegerek hat girtin.

Rapora DFGê parve kiriye bi vî rengî ye: “Di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta der barê bûyereke li dibistaneke Sêwreg a Rihayê de ‘agahiyên xapînok’ li ser medyaya dîjîtal parvekirine, rojnameger Mehmet Yetîm hat girtin. Girtina Mehmet Yetîm, nîşan dide ku ‘Qanûna Dezenformasyonê’ ji bo rojnamegeran xetereyeke çiqas mezin e. Herwiha, mûameleya xerab li rojnamegerekî hat kirin, gef li rojnamegerekî hat xwarin û şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hat astengkirin. Di girtîgehan de herî kêm binpêkirina mafê rojnamegerekî hatiye tespîtkirin. Ev dane nîşan didin ku rojnameger ne tenê di qadên cemaweriyê de, di qadên jiyana xwe ya taybet de jî di bin zextê de ne.

Xebatên rojnamegeriyê di bin zexta darazê de tên domandin

Binpêkirinên di warê azadiya raman û îfadeyê de di asteke balkêş de ne. Di meha gulanê de, der barê 9 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin, der barê 4 rojnamegeran de doz hat vekirin. Li 10 rojnamegeran bi giştî 17 sal 8 meh û 28 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Herwiha di 35 dosyayan de darizandina 35 dosyayan berdewam dike. Heta 3yê gulana 2026an hejmara rojnamegerên girtî yên li Tirkiyeyê 31 e. Ev tablo nîşan dide ku xebatên rojnamegeriyê di bin zexta darazê de tên domandin û pratîka cezakirinê çiqas zêde bûye. Di qada mafên aborî û civakî de di meha gulanê de bûyereke ji kar derxistinê nehatiye qeydkirin. Lê belê ev rewş nayê wê wateyê ku pirsgirêkên binyadî û bêewlehiya di sektorê de ji holê rabûne.

Ev cezakirin nîşan didin ku di qada weşanê de jî zexta îdarî didome

Pêkanînên astengkirin û sansurê yên li ser sazî û organên medyayê berdewam kirin. Ji aliyê RTUKê ve der barê 13 weşanan de ceza hatin birîn, bernameyek hat rawestandin û bi rêjeyên cuda cezayên pereyan li qenalan hatin birîn. Ev cezakirin nîşan didin ku di qada weşanê de jî zexta îdarî didome. Di qada înternet û medyaya dîjîtal de xwe gihandina 29 nûçeyan û 18 naverokên medyaya civakî hat astengkirin. Her çend malpereke înternetê bi temamî nehatibe girtin jî, tê fêmkirin ku sansura li ser bingeha naverokê bi awayekî berfireh berdewam dike.

Çapemeniya azad bingeha civaka demokratîk e

Bi giştî, daneyên gulana 2026an radixin ber çavan ku rojnameger di warê ewlehiya fizîkî û xebatên pîşeyî de di bin rîskên mezin de ne. 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, li dijî zext, darizandin, girtin û binpêkirinên mafê jiyanê yên li ser rojnamegerên ku têkoşîna heqîqetê dimeşînin, bangeke bîranîn û berxwedanê ye. Azadiya çapemeniyê ji bo rojnamegeran ne tenê mafekî pîşeyî ye, di heman demê de beşeke bingehîn a têkoşîna gel a ji bo gihiştina heqîqetê ye. Ji ber vê yekê 3yê gulanê; wekî roja rojnamegerên ku bedel dane, hatine xwestin werin bêdengkirin lê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedane, bi wate ye. Çapemeniya azad bingeha civaka demokratîk e. Dengê heqîqetê nikare were bêdengkirin.”