Dayikên Aştiyê yên Rojhilat ji bo mafê jiyanê bang kirin

Dayikên Aştiyê yên rojhilatê Kurdistanê bertek nîşanî darvekirinên girtiyên siyasî yên li Îranê dan û banga piştevaniya di asta neteweyî û navneteweyî de kir.

1 deqe xwendin
Dayikên Aştiyê yên Rojhilat ji bo mafê jiyanê bang kirin

Dayikên Aştiyê yên Rojhilat der barê darvekirinên girtiyên siyasî li Îranê daxuyaniyek bi dîmen dan û ji bo tavilê darvekirin werin sekinandin, banga piştevaniya berfireh kirin. Dayikan diyar kirin ku darvekirin ne tenê kesan, gefê li pêşeroja civakê û rûmeta mirovahiyê dixwe.

Dayikên Aştiyê di daxuyaniyê de îfade kirin ku ji bo jiyana zarokên xwe bi fikarin, diyar kirin ku divê li dijî polîtîkayên darvekirinê yên li Îranê di asta neteweyî û navneteweyî de seknek hevpar were pêşxistin.

Dayikên Aştiyê bang kirin

Dayikên Aştiyê bang li partiyên siyasî yên kurd, rêxistinên civaka sivîl û saziyên navneteweyî kir ku, divê bikevin pêşiya cudabûnan û parastina mafê jiyanê bikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê darvekirin tavilê werin sekinandin, zexta navneteweyî were zêdekirin, hişyariya gerdûnî were bihêzkirin û destek ji malbatên girtiyan re were dayîn.

Dayikên Aştiyê diyar kirin ku têkoşîna li dijî bê edaletiyê, encex bi yekîtî, çalakiya kolektîf gengaz dibe.

PJAK: Em bi hemû hêza xwe destekê didin banga wan

PJAKê destek da banga Dayikên Aştiyê yên rojhilatê Kurdistanê. Endamê Lijneya Rêveber a PJAKê Rêwar Awdanan di daxuyaniya dayî de, diyar kir ku ew girîngî didin banga piştevaniya bi armanca sekinandina darvekirinan a Dayikên Aştiyê.

Rêwar Awdanan wiha got: “Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê, ji bo astengkirina darvekirina girtiyên siyasî ji aliyê Komara Îslama Îranê ve banga piştevanî û hevkariyê kirin. Em wek PJAK, Dayikên Aştiyê hem ji bo xwe, hem jî ji bo hemû gelê kurd gelek girîng dibînin. Em bi hemû hêza xwe destekê didin banga wan.”