Desteya Rêveberiya ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civiya. Hat zanîn ku di civînê de merhaleya ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiyê, di vê çerçoveyê de xebatên dê bên kirin bê nirxandin.

1 deqe xwendin
Desteya Rêveberiya ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê civiya. Hat zanîn ku di civînê de dê merhaleya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiyê, di vê çerçoveyê de serdanên partiyên siyasî, geşedanên li Kurdistan û Tirkiyeyê û pêşketinên li Rojhilata Navîn dê bê nîqaşkirin. Her wiha dê li ser xebatan jî plansaziyek bê kirin. Tê payîn ku piştî civînê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civînê de daxuyaniyê bide.