Dêrsimê yê demê Tûncay Sonel ji peywirê hate dûrxistin

Waliyê Dêrsimê yê berê Tûncay Sonel, di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokûyê de ji peywirê hate dûrxistin.

1 deqe xwendin
Dêrsimê yê demê Tûncay Sonel ji peywirê hate dûrxistin

Di çarçoveya lêpirsîna dosyaya Gulistan Dokûyê de di 13ê Nîsanê de 13 kes hatin binçavkirin. Yek ji wan jî kurê waliyê Dêrsimê yê demê Tuncay Sonel ê bi navê Mûstafa Turkay Sonel bû. Demekî dirêj bû bang dihat kirin ku walî Sonel ji peywirê were dûrxistin. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê, di çarçoveya lêpirsîna windakirina xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê de, der heqê waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel de lêpirsîn da destpêkirin.

Piştî lêpirsîna der heqê Tûncay Sonel de hate destpêkirin, ew ji peywirê hate dûrxistin.