Dema gerîla ji Şengalê çûn!

Gerîla çûn, lê wan Şengaleke ku êdî dizane xwe biparêze, Şengaleke ku êdî serê xwe li ber fermanan natewîne, li pey xwe hiştin. Ew keda ku bi xwînê hatibû avdan, îro bûye daristaneke mezin a vînê. Çi bêjim û çi binivîsim jî, ez dizanim ku ez ji heqê wesfkirina wan kêliyan dernakevim.

1 deqe xwendin
Dema gerîla ji Şengalê çûn!

Di 1ê nîsana 2018an de, dema siwarên hemdem ên ruhê Derwêşê Evdî pişta xwe dan lûtkeyên Şengalê, wan dilê xwe di nava koka çanda êzidatiyê de hiştin. Ew roja dîrokî, ne tenê vekişîna fîzîkî ya gerîla, lê wefayeke herheyî ya parastina rûmetê bû. Wan piştî gihandina gel a qada ewle, bi dildarî emanetê xwe spartin xwediyên esîl, lê mohra xwe li ser her bihosta axa pîroz a çiyayê Şengalê her daîmî kolan.

Di  hafîzeya  mirovan de hin kêlî hene ku dibin beşek ji hişmendiya mirov û nema êdî bi tu awayî tên widankirin. Ev kêlî dibin mîna parçeyek ji bedena mirov û her dem bi mirove re tevger dikin. Ev  kêlî bi giranî û wateya xwe ya di nav rûpelên demê de tên pênasekirin. 1ê nîsanê ji bo civaka êzidî û ji bo me rojnamegerên ku me şahidiya wê serdemê kir, ji rojeke  asayî ya salnameyê wêdetir, ew roja xatirxwestineke ku hêsirên çavan li ser milê çekan cemidîn, roja ku çiya bi rûmeteke mezin ji deştê bar dikir, lê ruhê xwe li pey xwe dihişt. Gava nûçeya vekişîna gerîla gihîşt ber guhê me, di destê me de pênûs û di lensên kamerayên me de ronahî şikest. Me nedizanî em ê çawa dest pê bikin. Ma mirov dikare çûna hêza ku te ji mirinê rizgar kirine, bi kîjan peyvê pênase bike? Me hêza xwe ji wan girtibû, me bi ewlehiya wan a li ser lûtkeyên Çiyayê Çêlmêra bi  tîrêjên roja azad re nefes girtibû. Niha, ew hêza ku ferman rawestandibû, amadekariya vegerê  dikir.

Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan wê rojê bûbû qiblegeha dilan. Li wir, bîranîn û rastî li hev rûniştibûn. Wekî rojnameger, di rastiyê de tiştekî ku em wan kêliyan pê îfade bikin tune bû. Hezar sal jî derbas bibin, ez dizanim ku her nivîsa li ser wan kêliyan were nivîsandin dê kêm bimîne. Ji ber ku hîsên wê rojê, ne di nava çarçoveya kamerayekê de û ne jî di nav rêzên pirtûkekê de bi cih dibûn. Me bi çavên xwe dît ku çawa dîrok di navbera du hêsiran de dihat nivîsandin: Hêsira dayikekê ya ji bo dîtina azadiyê û hêsira gerîlayekî ku bi xemgîniya bişûnvehiştina axeke pîroz diherikî.

Dema ku gerîla yek bi yek di nav refan de cih girtin û berê xwe dan lûtkeyên çiyayan, dîmenekî ku tu carî ji bîra min neçe çêbû: Rondikên çavên dayikan, mîna barana biharê, dilerizîn û diketin ser milên gerîlayan. Divê em bizanibin ku ew ne tenê rondikên xemgîniyê bûn; ew dilopên wefayê bûn ku li ser cilên wan ên xakî dibûn madalya. Dayikên şengalî, yên ku bi destên xwe xwelî li ser serê xwe reşandibûn di dema fermanê de, niha bi wan destan milên gerîla digirtin. Ew hêsirên ku li ser milên gerîla dibariyan, peymanek bû. Her dilopek digot: "Hûn çûn, lê keda we di canê me de ma." Gerîlayan jî bi wê rûmeta giran, ew hêsir wekî nîşaneya serkeftinê hildigirtin. Giriyê dayikan ne ji bo bêhêvîtiyê bû; giriyekî wisa bû ku tê de hem serbilindî hebû, hem jî tirsa ‘gelo em ê careke din we bibînin?’ hebû. Ew girî, dengê Şengalê bû ku li pey parêzvanên xwe diqîriya.

Vekişîna gerîla, eger wek tevgereke leşkerî be jî di rastiyê de ew radestkirina emanetekî mezin bû. Beriya ku gerîla gava xwe ya dawî ji axa Şengalê biavêje, wan tiştekî ji canê xwe bi qîmettir li wir hişt: Şehîdên xwe. Gerîla, hevalên xwe yên ku di şerê dijî tarîtiya DAIŞê de canê xwe dabûn, emanetî gelê Şengalê û bi taybetî emanetî dayikan kirin. Li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan, her kêlî wekî wesiyetekê bû. Gerîla digot: "Me ev ax bi xwîna van lehengan parast, niha ev goristan, ev ax û ev rûmet emanetî we ye." Dayikên Şengalê jî bi wê zanabûnê, ew emanet hildan ser serê xwe. Wan zanibû ku her gerîlayekî di bin wê axê de, kurê wan e, keça wan e, birayê wan e, xweşka wan e û ronahiya çavên wan e.

Lê pirs ev e: Gel çiqasî li vî emanetî xwedî derket? Îro ku em li Şengalê dinêrin, em dibînin ku ew emanet ne tenê di bin axê de, lê di nava vîna gel de dijî. Gelê Şengalê bi parastina saziyên xwe, bi avakirina pergala xwe ya xweser û bi xwedîderketina li şehîdgehên xwe, nîşan da ku ew ne tenê goran, lê bîrdoziya wan lehengan jî diparêzin. Her gava ku êrişek li ser Şengalê çêbû, gelê êzidî berê xwe da çiyê û şehîdgehan, ji wir hêz girt û got: "Emanetê gerîla namûsa me ye." Xwedîderketina li vî emanetî, bûye nasnameya nû ya Şengalê.

Rast e, gerîla fîzîkî ji Şengalê derketin, lê di rastiyê de ew tu carî neçûn. Îro di nava dilê civakê de, di kenê zarokekî ku bi azadî dileyize de, di cesareta jineke ku di meclîsê de diaxive de, ruhê gerîla her zindî ye. Hemû kolanên Şengalê, her dar û her kevirê vê xakê, hîna tama bîranînên gerîla jê tê. Gava tu di kolanên bajarê Şengalê re derbas dibî, tu bêhna wan gerîlayên ku bi roj şer dikirin û bi şev bi gel re nan parve dikirin, hîs dikî. Kevirên Şengalê şahidên wê qehremaniyê ne; wan li ser xwe şopa pîlavên gerîla girtine û nahêlin bayê demê wan jê bibe.

Wekî rojnamegerekî ku min her kêliya wê berxwedanê dît, ez dikarim bibêjim ku vekişîna gerîla ne dawiya çîrokê bû, lê destpêka serdemeke nû ya xwebabûnê bû. Gerîla çûn, lê wan Şengaleke ku êdî dizane xwe biparêze, Şengaleke ku êdî serê xwe li ber fermanan natewîne, li pey xwe hiştin. Ew keda ku bi xwînê hatibû avdan, îro bûye daristaneke mezin a vînê. Çi bêjim û çi binivîsim jî, ez dizanim ku ez ji heqê wesfkirina wan kêliyan dernakevim. Lê wekî bîranînekê, divê ev yek were zanîn: 1ê nîsanê roja ku çiya û deşt li hev xwedî derketin û manewiyata herî mezin a dîrokê radestî vîna gelê êzidî hat kirin e. Heta ku Şengal hebe, dê navê wan gerîlayan di nava pelên darên berûyê de û di nava dengê qewl û beytên êzidatiyê de her tim were bîranîn. Em deyndarê wan in û em ê her tim li ser şopa wî emanetî bin ku bi rondikên dayikan hatibû mohrkirin.