DEM Partiyê danezana 1ê Gulanê aşkera kir

DEM Partiyê danezana xwe ya 1ê Gulanê ya Roja Karker û Kedkarên Cîhanê eşkere kir. DEM Partiyê di giştînameyê de diyar kir ew ê li her derê li qadan bin û li dijî kedxwarî, şer û metingeriyê banga têkoşîna hevpar kir.

1 deqe xwendin
DEM Partiyê danezana 1ê Gulanê aşkera kir

DEM Partiyê bi dirûşmeya, “Ji bo Ked, Aştî û Edaletê ber bi 1ê Gulanê ve” danezana 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê aşkera kir. DEM Partiyê di danezanê de diyar kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk di têkoşîna ji bo ked, wekhevî, edalet, azadiyê jinê û ekolojjiyê de rênîşan dide û li dijî kedxwarî, şer û metîngeriyê banga têkoşîna hevpar kir. DEM Partiyê dê starta xebatên 1ê Gulanê îro bide.

DEM Partiyê di çerçoveya xebatên 1ê Gulanê de ew biryar girtin;

“*Hemû xebat dê bi şiara Ji bo Ked, Aştî û Edaletê ber bi 1ê Gulanê ve bên kirin.

*Li Kurdistanê Amed û Wanê mitîngên navendî dê bên lidarxistin û li bajarên derdorê jî dê tevlî mitîngê bibin.

*Li Tirkiye û Kurdistanê dê bi hezên ked û demokrasiyê ve bi awayekî hevpar mitîngên coş bên lidarxistin.

*Gund bi gund, tax bi tax û mal bi mal dê xebat bên kirin.

*Li avahiyên bajêr û navçeyan, rawestgehan û kolanan pankart dê bên daliqandin.

*Li Fabrîka, atoliyeyên tekstîlê, şantiyê, maden û bazaran stand dê bên avakirin û belavokên 1ê Gulanê dê bên belavkirin.  Bi karkeran re dê hevdîtinên bên kirin û meşên bangavaziya mîtîngan dê bê lidarxistin.

*Ji bo keda jinan bê dîtin dê bi Meclîsa Jinan re xebatên hevpar bên lidarxistin.

*Bi karkerên ciwan, karkerên zarok û bêkaran re hevdîtinên taybet dê bê lidarxistin.

*Dê piştgiriya berxwedana karkeran û grevan were kirin.

*Ji bo têkoşîna parastina Ekolojiye û li dijî qirkirina xwezayê dê xebat bên pêşxistin.

*Medyaya dîjîtal û xebatên çapemeniyê dê bi awayeke çalak bê bikaranîn.”