DEM Partî: Çareserî zêdekirina tedbîrên ewlekariyê yên polîsî nîn e

Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ku têkildarî giştînameya Wezareta Karên Navxweyî ya der barê li dibistanan peywirdarkirina leşker, polis û cerdevanan de daxuyanî da, anî ziman ku tundî dê li dibistanan bi peywirdarkirina leşker û polîsan çareser nebe.

1 deqe xwendin
DEM Partî: Çareserî zêdekirina tedbîrên ewlekariyê yên polîsî nîn e

Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), der barê giştînameya bi navê ‘Tedbîrên li dibsitanan û derdora wan’ a Wezareta Karên Navxweyî ku piştî êrişên li Mereş û Sêwregê yên li dibistanan hat weşandin, daxuyaniyeke bi nivîskî da. Komîsyonê got: "Desthilat bûyerên li Mereş û Sêweregê bi nêzîkatiyeke dûrî ji cidiyeta rewşê, bi nedîtina jihevketina civakî dike amûrek ji bo rewakirina polîtîkayên zextê û nixumandina pirsgirêkên avanî."

Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku giştînameya ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hatiye weşandin, bi wî mejî hatiye amadekirin ku dixwaze dibistanan bike wekî "girtîgeha nîvvekirî" yan jî "leşkergehê".

DEM Partiyê destnîşan kir ku tundiya li dibistanan nabe ku tenê weki pirsgirêka "asayîş û ewlekariyê" bê dîtin û got: "Ji ber ku dibistan ne qadeke cemaweriyê ya ji rêzê ne ku sûc lê bên kirin; qada perwerdeya bingehîn e ku karakter, nasname û têkiliyên civakî yên zarok lê ava dibe."

DEM Partiyê got: "Ji ber vê yekê çareserî zêdekirina tedbîrên ewlekariyê yên polîsî nîn e; çareserî ew e ku xizmetên rêbertiyê bên zêdekirin, mekanîzmayên şêwirmendiya derûnî bên berfirehkirin, rîska zû bê tespîtkirin û dibistan bên demokratîkkirin."