Deh hezaran Salih Muslim bi merasimeke heybet oxir kir
Tevî siyasetmedar û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî bi deh hezaran kes li Kobanê kom bûn û cenazeyê siyasetmedar Salih Muslim bi merasimeke heybet oxir kirin.

Bi deh hezaran kes kom bûn û bi merasimeke xurt cenazeya endamê Desteya Hevserokatî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li Pakrewangeha Şehîd Dicle spartin axê.
Şandeya ku ji bakur û başûrê Kurdistanê, Fermandarê Giştî yê HSDê, şande ji herêma Cizîrê bi tevli oxirkirina siyasetmedar Salih Muslim bûn.
Bi deh hezaran kes li Kobanê kom bûn û beşdarî merasima cenaze bûn. Bi hezaran kes ji bajarê Kobanê hetanî Pakrewangehê li kêleka rê sekinîn û karwanê oxirkirina cenezaya Salih Muslim pêşwazî kirin. Piştî karwan gihîşte Pakrewangehê, girseyê rêz girtin. Li ser navê şandeya bakurê Kurdistanê hevserokê DEM partiyê Tuncer Bakirhan axivî û got: “Bi navê hemû xelkê bakurê Kurdistanê em sersaxî ji malbata Şehîd Salih Muslim re dixwazin. Ez şehîd Salih Muslim ji nêz ve dinasim. Ew şoreşger, siyasetmedar û têkoşer bû. Bi salan ne ji bo malbata xwe lê belê ji bo gelê kurd têdikoşiya. Ew şehîdê gelê kurd e û em soz didin şehîd Salih Muslim ku em ê xeyal û hedefên wî pêk bînin."
Piştî re peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Salih Muslim rêkiribû, hat xwendin. Di berdewamiya merasîmê de siyasetmedar Leyla Zana axivî û got: “Hêviyên we yên mezin wê bibe rêya azadiyê. Em sersaxî ji malbat şehîd Salih Muslim re dixwazin. Ji bo em azad bijîn, hûn heta kêliya dawî têkoşiyan. Divê em ji têkoşîna xwe û têkoşîna zarokên xwe bawer bin. Rêber Abdullah Ocalan li ser tiştekî girîng sekinî ew jî Neteweya Demokratîk e. Lê me ji Rêber Abdullah Ocalan fêmnekir. Sala 2015an ji min re got:`Ez ne li dijî me ku dewletekî kurdan çêbibe lê ez dibêjim divê kurd li gorî hêz û enerjiya xwe tevbigerin. Cîhan tê guhertin û divê em ji wê re amade bin. Îro cîhan aştiyane jiyan nake.”
Leyla Zana di berdewamiya gotinên xwe de got: “Gelê kurd xwediyê hêviyekî mezin e. Îro ji duh baştir e, sibê jî wê ji îro baştir be. Divê em ji gelê xwe bawer bin. Em ne li dijî tu gel û netewane û em mafên wan dixwazin. Ji bo em azad bijîn divê em têbikoşin. Hatina Kobanê ji bo min xeyalek bû. Ez niha li Kobanê me. Divê yekitiya gelê kurd hîn xurtir bibe û aştî bê gelê kurd nabe.”
Siyasetmedar Leyla Zana di dawiya gotinên xwe de got:“Salih Muslim jiyana xwe hemû da doza gelê kurd. Bi xwe nedifikirî û bi gelê xwe fikirî.”
Li ser navê şandeya başûrê Kurdistanê jî Serdar Abdullah axivî û got: “Ji bo me şerefekî mezin e ku em li Kobanê ne û em tevli merasîma têkoşer Salih Muslim (Bavê Welat) bûne. Kobanê bajarê ku teror têk bir. Bi saya Kobanê niha aştî li cîhanê heye. Bavê Welat têkoşerekî xurt bû. Ev bû sedê salan em ji bo doza kurdî têdikoşin. Şehîd Salih Muslim jî yek ji têkoşerên ji bo doza kurdî têkoşîn dikir. Gelê kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê gihîştin hinek mafên xwe û em hêvî dikin ku gelê kurd ên bakur û rojhilatê Kurdistanê jî bighîjin mafên xwe.”
Piştre Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî axivî û got: ''Ji bo pêşengê rojavayê Kurdistanê û siyasetmedarê navdar Salih Muslim îro li Kobanê merasîma cenaze tê li darxistin. Bavê Welat di tevahî pêvajoyên têkoşînê de cih girt. Hemû dijwariyê têkoşînê jiyan. Ji destpêkê heta niha di nav tevgera siyasî ya kurd de cih girt. Ji salên 1980yan heta niha li dijî rejîmê dest bi têkoşînê kir. Dema pêwist kir, di nav xebatên civakî, siyasî û rêxistinî de cih girt. Girtin, bedel û zehmetî da ber çavan û xebat meşand.”
Mazlum Ebdî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta pir alî ya Salih Muslim û wiha domand: “Dema pêwist kir serî netewan û derket çiyan xebat meşand. Dema pêwist kir xebatên yekîtiyê, xebatên dîplomasiyê meşandin. Doza me ji herkesi baştir temsîl kir. Dema pêwist bû endamê PYDê bû, dema pêwist kir di asta siyaseta Sûriyeyê de xebat kir. Pêşengî siyaseta me bû, şehîdê doza gelê kurd bû. Îro tişta ku em bikin û soza bidin Bavê Welat ew e ku em dê têkoşînê bidomînin.”
Di merasîmê de peyamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakurê Kurdistanê û Dayîkên Aştiyê yên bakurê Kurdistanê jî hatin xwendin. Aras Hiso peyam xwend û wiha got: “Em wekî malbatên şehîdan bi şehadeta Bavê Welat ku rêhevalek Rêber Apo û pêşengê Şoreşa Rojava bû gelek xemîn û dil biêş in. Lê şehadeta girêdana me bi şehîdan re mezintir dike. Wê doza şehîdan bê meşandin û bi serkeftinê bê tacîdarkirin.”
Di merasîmê de bênavber sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana HSDe”, “Bijî berxwedana YPGê”, “Bavê Welat nemire” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Dûra li ser navê malbatê Eyşe Efendî axivî û spasiya xwe ji gelê kurd kir û wiha got: “Me gelek caran me karwanên şehîdan oxir kirin. Îro em Bavê Welat oxir dikin. Lê em bi navê kobaniyan û Rojava tevahî Serok Apo silav dikin. Hevaltiyek li ser felsefeyek kûr û rast di navbera Bavê Welat û Rêber Apo de hebû. Ey Serok Apo me ew nameya te ya bi nirx girt. Ew netenê ji bo Bavê Welat, ji bo şehîdan û vî gelî tevahî ye. Em gelê her çar parçeyê Kurdistanê li her derê yek in. Em dê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Salih Muslim di hizûra Şehîd Şervan de soza xwe nû dikir. Ez jî di hizûra Salih Muslim de soza xwe nû dikim ku ez dê ji nû ve dest pê bikim. Li çar parçeyên Kurdistanê ezê têkoşînê bikim.” Eyşe Efendî axaftina xwe bi slogana, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî kir.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd Salih Muslim hat xwendin û cenaze spartin axê.


