DBP: Divê Birêz Abdullah Ocalan demildest azad bibe
DBPê û TJAyê têkildarî salvegera ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşandin. DBPê destnîşan kirin ku ji bo bang civakî bibe divê demildest reformên demokratîk bikevin meriyetê. TJAyê jî diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê û pêkanîna aştiyeke rastîn divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest azad bibe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li raya giştî ya Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê kir. Vê bangê bi taybetî li Tirkiye û Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê deng veda. Di nava salekê de di çarçoveya banga 27ê Sibatê de di nava salekê de gelek geşedanên girîng çêbûn. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di salvegera yekemîn a bangê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
DBPê bi serenavê “Ji bo banga 27ê Sibatê civakî bibe divê demildest reformên demokratîk bikevin meriyetê” daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku bang firsendeke dîrokî ye û xwedî cihekî girîng e. DBPê bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û anî ziman ku Manîfestoya Civaka Demokratîk nexşerêyeke berfireh derdixe pêş.
‘Aştî li ser bingeheke demokratîk mumkun e’
DBPê bi lêv kir ku tevî salek bi ser pêvajoyê re derbas bûye jî desthilat û dewletê tu gavên ku veguhestina demokratîk pêk bîne neavêtine û wiha got: “Rewşa ku îro tê jiyîn jî vê nakokiyê bi awayekî şênber radixe li ber çavan. Deshilatdarî û dewlet di gotinê de li ser ‘aştî û çareseriyê’ disekine, lê di warê hiqûqî, siyasî û makezagonî de pratîkeke erênî nameşîne. Em baş dizanin ku; aştî, li ser bingeheke wekhev, azad û demokratîk mumkun e. Divê çareserî wek taktîkeke siyasî neyê dîtin, divê wek berpirsyariyeke dîrokî bê qebûlkirin.”
‘Aştî ji bo berjewendiya tevahiya civakê ye’
DBPê destnîşan kir ku ji bo gavên ku hatin avêtin mayînde bibin û ji bo baweriya civakî bihêz bibe divê pratîkên şênber bikevin meriyetê û wiha domand: “Divê astengiyên siyasî û hiqûqî ji holê rabin, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin, rêveberiyên herêmî bê bihêzkirin û reformên ku wê aştiya civakî mayînde bike bikevin meriyetê. Wek Partiya Herêmên Demokratîk, em vê baweriyê de ne ku; aştî ji bo berjewendiya tevahiya civakê ye. Ji ber vê yekê jî em bang li desthilatdarî û dewletê dikin ku; li hember îradeya çareseriyê ya Birêz Abdullah Ocalan gavên erênî biavêjin, mesafeya navbera gotin û pratîka xwe de bidawî bikin û ji bo lihevkirina civakî bikevin nav liv û tevgerê. Firsendên dîrokî an bi wêrektiyê tên bikaranîn an jî bi berdilên giran encam dibin. Îradeya ji bo çareseriyê diyar e. Ji bo pêvajo bisazîbibe û bi encam bibe, berpirsyarî êdî li ser milê dewlet û desthilatdariyê ye. Pêvajoya avakirina civakî, tekane temînate pêşeroja me ya hevpar e.”


