Dayikên Aştiyê ji bo dayika têkoşer Sakîne Arat mewlûd dan
Dayikên Aştiyê ji bo bîranina dayika têkoşer Sakîne Arat li parka Rojava ya navçeya Peyasê mewlûd da. Dayikan di bîranînê de ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim sersaxî xwestin.

Dayikên Aştiyê ji bo bîranina Dayika têkoşer ku hemû temenê xwe ji bo aştiyê derbas kir, Sakîne Arat a ku 12ê Adar a 2025an jiyana xwe ji dest da li Parka Rojava ya navçeya Peyas a Amedê mewlûd dan. Mewlûd li Konê Fitarê ya Şaredariya Peyasê dan. Dayîkên Aştiyê, parlamenter, hevserok û rêveberên partiyên siyasî , hevşaredarên Peyasê û gelek kes tev li mewlûdê bûn. Di mewlûdê de wêneyên Sakîne Arat danîn û find pêxistin. Bi destpêka fitarê mewlûd hate xwendin û piştre endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Makbûle Ozbek axivî.
‘Rêya şehîdan ronahî be’
Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek di serî de Dayika Aştiyê Sakîne Arat û Salîh Muslîm bi bîr anî û wiha got: “Em li ser navê Dayikên Aştiyê, ji malbata xwe re sersaxiyê dikin. Em wek Dayîkên Aştiyê ji bo hevalê Salih Muslîm û dayika Sakîne hatine cem hev. Oxira wan bi xêr be înşelah, rêya wan ronahî be, cihê wan bihûşt be.”


