Dayikên Aştiyê daketin qadan

Dayikên Aştiyê, bi boneya Roja Dayikan, bi dirûşma “Diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştî ye” li Amed, Wan, Êlih, Stenbol û Şirnexê li pêşiya girtîgehan daxuyanî dan.

1 deqe xwendin
Dayikên Aştiyê daketin qadan

Meclisa Dayikên Aştiyê, bi boneya Roja Dayikan, li Şirnex, Amed, Wan, Êlih û Stenbolê li pêş girtîgehan daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikan di çalakiyên xwe de pankartên “Diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştî ye” vekirin û li pêş girtîgehan daxuyanî dan. Gelen dayik, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tev li daxuyaniyan bûn.

Li pêş pêş girtîgeha Amedê aştî xwestin 

Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê têkildarî “Mafê Hêviyê” li ber deriyê Girtîhega Tîpa D a Amedê daxuyanî da çapememiyê. Parlamenterên DEM Partî yên Amedê hevşaredarên Bajarê Mezin û navend û navçeyên Amedê, hevserok, endam û nunerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Dayikan di çalakiyê de pankarta “Diyariya herî mezin ji bo dayîkan aştî ye ” vekirin û dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî berxwedana dayîkan’ berz kirin. Dayîka Aştiyê Hanife Akpolat daxuyanî da. Dayika Aştiyê Hanife Akpolat, destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurd piştî banga Abdullah Ocalan gavên dîrokî avêtine û got: “Lê dewletê li hemberî pêvajoya heyî tu gavên berbiçav neavêtin Gavên herî bingehîn ku bên avêtin; pêkanîna mafê hêviyê, bidawîkirina hewildanên şewitandina înfazan û berdana girtiyên nexweş in. Di sala 2026an de dayîna mizgîniya ji vê komîsyonê re di destê we de ye. Em bang li Wezîrê Dadê dikin: Bila ji komîsyonê encamên baş derbikevin.”

‘Em Statuya Serokê xwe dixwazin’

Piştre Dayika Aştiyê Havva Kiran jî diyar kir ku Dayikên Aştiyê 26 sal in ji bo aştiyê li hemû deriyan geriyane û got: “Dayikan tu carî şer nexwestin. Îro Roja Dayikan e. Me dixwest ku pêvajoya aştiyê ya ku Serok daye destpêkirin, bi dîtina zarokên xwe ve Dayikên Aştiyê şa biban. Em li pey rêya zarokên xwe ne. Êdî bila hêsirên dayikan nerijin. Dayik dayik e, rengê hêsirên dayikan nîn e. Serok û dewlet bi hev re muzakere dikin, mase danîn. Lê gav nehat avêtin. Hîna jî dewlet û serokkomar dibêjin ‘Turkiyeya bêteror’. Gelo dewlet kî ye, teror kî ye? Em navê terorê qet naxwazin. Zarokên me ji bo aştiyê canê xwe dan. Cudahî nîn e, em ji bo her kesî aştiyê dixwazin. Heta ku têgeha ‘Turkiyeya bêteror’ neguhere, aştî nayê dabînkirin. Em ne teror in. Em Kurd in û xwedî maf in. Em maf, hiqûq û edaletê dixwazin. Em statûya Serokê xwe dixwazin. Em welatekî aram dixwazin ku kurd û tirk tê de bi hev re bijîn. Em dixwazin Serokê me azad bibe û di nav me de be.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman û çepikan bi dawî bû.

Dayikan li Şirnexê jî daxwaza azadiyê kirin 

Endamên Meclîsên Dayîkên aştiyê yên Şirnex û Mêrdînê jî bi diruşma “Dayîk aştiyê dixwazin’ li ber deriyê Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê daxuyanî dan. Dayikan li vir pankarta; “Diyariya herî mezin ji bo dayîkan aştiya mayînde ye” vekirin. 

Li vir li ser navê dayikan Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Şirnex Behiye Nayir diyar kir ku dayîkên kurdan tu dem rojeke xweş nejiyî ne û got: “Em roja dayîkên dilşewat hemûyan pîroz dikin. Dayîkên Kurdan tu dem rojeke xweş nedîtiye. Em di roja xwe de aştiyê, azadiyê û edaletê dixwazin. Vaye saleke pêvajoyek hatiye destpêkirin û heya niha dewlet gavên şênber navêje. Êdî dema azadiya gelê kurd e, êdî dema azadiya hemû girtiyên azadiyê. Heya qanûn neyên amadekirin zarokên me yên serê çiyayan ê çawa vegerin nava civakê. Divê dewlet li gor vê yekê gavan biavêje.”

Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn jî bal kişand ser mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û got: “Îro roja dayîkan e û em vê rojê li hemû dayîkan pîroz. Dayîkên me îro bi dilekî dil şewitî vê roja pîroz pêşkêş dikin. Bila roja dayîka bibe roja aştî, azadî û edaletê. Serokê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji bo aştiyê gavek mezin avêtiyê lê dewlet peywira xwe pêk naîne. Tişta ketiye ser milê Rêber û rêxistina Kurdan kiriye. Êdî dema gav avêtina dewletê ye û divê mijar di gotinê de nemîne. Mafê Serokatiyê yê hêviyê divê demildest pêk were. Ji ber ku gelê Kurd li ser bîrdoziya Rêber Apo dimeşe û azadiya wî azadiya gelê Kurd e. Wek dayîkên aştiyê em bang li dewletê dikin ku êdî ji bo aştiyê gavên şênber biavêjin. Herî dawî em dibêjin heya Serokê me azad nebe em roja dayîka pîroz dikin. Dema Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan azad bû wê demê em ê pîrozbahiya herî mezin bikin.”

Parlementera DEM Partiya ya Şirnex Newroz Ûysal Aslan jî destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya hemû girtiyan, azadiya gelê kurd e û got: “Heta niha ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan tiştek nehatiye kirin. Lê em baş dizanin azadiya Ocalan azadiya hemû girtiyan e û azadiya gelê Kurd e.” 

Piştî axaftinan daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

Dayik li Stenbolê jî li pêş girtîgehê kom bûn

Bi minasebeta Roja Dayikan re Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yê Stenbolê, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî da. Endamên înîsiyatîfê, rêveberên DEM Partiyê ya Stenbolê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Dayikan li vir pankarta “Ji dayikan re diyariya herî xweşik aştî ye, bi Rêbertiya azad re hevhatin e” vekirin.

Ewilî Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt axivî diyar kir ku ew bi munasebeta Roja Dayikan daxuyaniyê didin û got: “Ev salakî derbasbûya di pêvajoyê de gav nehat avêtin, tenê aliyê Kurd gav avêtin. Li ser jinan polîtîkayên taybet tê meşandin. Jin her sal di Roja Dayikan de pêşiya girtîhêdan de ye. Divê girtî werin berdan. Baweriya me ji wan tune ye. Ez bang Serokkomar dikim bila gav bê avêtin. Dema ku birêz Abdullah Ocalan hate girtin, komek gerîla ji çiyê hat lê ew hatin girtin. Dibêjin bila gerîla werin di vê rewşê de çawa werin. Divê zagon werin derxistin. Em dayik bê dixwazin. Em dixwazin Roja Dayikan pîroz bikin lê ne pêşiya girtîgehan.”

‘Deriya girtîgehan vebê dê Roja Dayikan jî dê bê pîrozkirin’

Dayika Aştiyê Emîne Erbek jî destnîşan kir ku ew dixwazin deriya girtîgehan vebe û wiha axivî: “Roja Dayikan divê ne li pêşiya girtîgehan werê pîrozkirin. Em dixwazin wekî tevahî gelan, azad bijîn. Lê Serokê me azad nebê em jî azad nabin. Em bi Serokê xwe re azad in. Deriya girtîgehan vebe dê Roja Dayikan jî bê pîrozkirin.”

Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.

Wan

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê jî bi heman armancê li ber kampusa Girtîgeha Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Wanê, endam û nûnerên saziyên civakî, parlementerên DEM Partiyê yên Wanê û welatî tev li daxuyaniyê bûn.

Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Wanê Hediye Kaçak axivî û got: “Em wek Dayikên Aşitiyê bi salan e aşitiyê dixwazin. Dema hemû dayikên cîhanê zarokên xwe bi kulîlkan mezin dikin, em li ber deriyên girtîgehan li benda zarokên xwe ne, zarokên me dimirin. Bila êdî deriyên zindanan vebin û zarokên me derkevin. Zarokên me mirin me got ‘aşitî’, zarokên me hatin girtin me got ‘aşitî’. Bila Birêz Erdogan û Birêz Bahçelî dengê me bibihîzin û guh bidin bangawaziya ku di 27ê Sibatê de hatibû kirin; bila deriyên zindanan vebin. Bila daxwaza dayikan bê cih. Ev welat tenê bi aşitiyê rizgar dibe. Mirin encamê nayîne, lê aşitî encamê tîne. Tevî her tiştî em dîsa jî aşitiyê dixwazin. Em sed sal in aşitiyê dixwazin. Bila Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan destê aşitiyê bigirin û deriyên zindanan vekin.”

‘Pêşî divê Ocalan azad bibe’

Dayika Aşitiyê Kamile Yalçınê jî anî ziman ku bi sedan zarokên wan di girtîgehan de ne û got: “Zarokên me yên ku bi salan e bi nexweşiyên giran di girtîgehan de ne hene. Divê ew demildest derkevin. Ev sal û nîvek e dewa aştî û azadiyê tê kirin. Bila êdî dewlet jî gaveke bi rûmet bavêjin. Em cudahiyê naxin navbera dayikan. Dayikên Tirk û dayikên Kurd ji bo me yek in.”

Kamîle Yalçinê bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a aştiyê û wiha bi dawî kir: “Birêz Abdullah Ocalan rêberê vî gelî ye. Em berî her tiştî azadiya wî û piştre ya zarokên xwe dixwazin. Heta ew azad nebe, pêvajo venaguhere aşitiyê.”

Daxuyani bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Êlih

 Dayîkên Aştiyê yên Êlihê jî bi heman armancê li navçeya Qubînê ya Êlihê daxuyanî dan çapemeneyê. Endamên DEM Partî û DBPê yên Êlihê, TUAY-DER, MEBYA-DER, TJA, DÎAY-DER, Komeleya 78an û Endamên Komeleya Dayîkên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Dayîka Aştiyê Nûran Seçkîn li ser navê Dayîkên Aştiyê yên Êlihê axivî û got: “Xwezî îro ji dêvla panzêran ve, bi gulan bihatana li pêşiya dayîkan. Em dayîk ji bo xatirê ku tu kes neyê kuştin, hatine vir û tu tang û top bi me re nîn in. Ji bo vê aştiyê em dibêjin, xwezî îro zarokên me jî ji me re gulan bianiyana. Me îro gulan nebiran ber deriyê girtîgehan û li ser gora wan. Heta em sax bin em ê li pey doza zarokên xwe bin, da ku tu kes neye kuştin. Em li dijî şer in. Em her tim dibêjin aştî, tu tiştek weke aştiyê xweş nabe.”

Nûran Seçkîn da zanîn ku ev saleke dilen wan hinekê rehet bûye û ev tişt gotin: “Ev 40 sal in, gelek caran em heta serê sibê bi av û nan giriyan e û me nanekî rehet nexwariye. Me hestirên çavan barandin ji ber xwîna herikiye. Destê ku birêz Ocalan, Bahçelî û birêz Erdogan dirêj kiriye, em dibêjin hezar car mala wan ava be. Em dixwazin azadiya Serok pêk bê. Ev saleke em li benda aştiyê ne, hê jî zarokên me nehatine berdan. Gotin serê salê, me ji xwe re digot dê deriyê girtîgehan bê vekirin. Gotin Cejna Remezanê, ew jî tiştek jê derneket. Va cejna qurbanê jî hat, dîsa jî çavê me li azadiya serok û zarokên me ye. Em careke din dibêjin Roja Dayîkan pîroz be”

Daxuyanî bi tilîlî û bi çepikan bi dawî bû.