Daxwazên her sê girtiyên di greva birçîbûnê de bûn hatin qebûlkirin

ÎHDê ragihand ku girtî Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê bi daxwaza sewqkirina girtîgeheke ku li gorî şert û mercên navneteweyî ye dest bi greva birçîbûnê kiribûn daxwazên wan ên sewqê qebûl bûne û girtiyan dawî li çalakiya xwe anîne.

1 deqe xwendin
Daxwazên her sê girtiyên di greva birçîbûnê de bûn hatin qebûlkirin

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) der barê rewşa girtî Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê dest bi greva birçîbûnê kiribûn daxuyaniyeke niviskî belav kir û diyar kir ku daxwaza girtiyan bi cih hatiye û çalakiya xwe bi dawî kirine.

ÎHDê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ev agahî da: “Ji me re hate ragihandin ku girtî Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê bi daxwaza sewqkirina girtîgeheke ku li gorî şert û mercên navneteweyî ye dest bi greva birçîbûnê kiribûn daxwazên wan ên sewqê qebûl bûne û girtiyan çalakiya xwe bi dawî kir. Li bendê ye ku piştî kontrolan girtî bên sewqkirin. Em ê li dijî polîtikayên tecrîdê mafê jiyana girtiyan biparêzin.”