Civîna Meclisa DEM Partiyê bi dawî bû
Civîna Meclisa P DEM Partiyê ya ku bi civîna MYKê dest pê kiribû bi dawî bû.

Civîna Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dawî bû. Pêvajoya civînan a 5 rojan a ku ji aliyê lijneyên DEM Partiyê ve bi civîna Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) dest pê kiribû, bi dawî bû.
Têkildarî civînên ku tê de mijarên verastkirinên qanûnî yên ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tê payîn li Meclisê bên derxistin, şerê navbera DYA-Îsraîl û Îranê û bandorên vî şerî li ser herêmê û Tirkiyeyê, herwiha xebatên ku dê di çarçoveya 1ê Gulanê Cejna Karkeran de bên lidarxistin hatin nirxandin, dê sibê daxuyaniyek bê dayîn.


