Cezayê li dijî ziman li dijî pêvajoya çareseriyê ye

Aktîvîstê Ziman Cevdet Zîlanli, anî ziman ku di vê pêvajoya çareseriyê de cezayê ku li ziman hatiye birîn rûreşî ye û got: “Em ê li dijî vê yekê di 30ê Adarê de daxuyaniyê bidin û îtîraza hiqûqî bikin. Divê Lijneya Meclisê erka xwe pêk bîne û mafê ziman bi zagonan mîsoger bikin.”

1 deqe xwendin
Cezayê li dijî ziman li dijî pêvajoya çareseriyê ye

Di 1ê Sibatê de, Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî ya Wanê bi polîsan ve li ser avahiya ARSÎSAyê de girtin û îdia kirin ku Komele “bêyî destûr” perwerdeyê dide. Rêveberên komeleyê derbarê mijarê de daxuyanî dabûn û diyar kirin ku ew li gor qanûnên komelayan xebatên xwe dimeşînin û atolyeyên zimanê Kurdî li dar dixin. Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Wanê bi hinceta “Perwerdehî bêdestûr hatiye dayîn” li Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Arsîsayê ku li navçeya Erdîşa Wanê ye 400 hezar û 50 lîre “cezayê pereyan” birî.

Aktîvista Ziman Cevdet Zilanli der barê cezayê ku li Komeleya Ziman a Asîsa hatiye birîn nirxandin kir. Cevdet Zilanli anî ziman ku di vê pêvajoya çareseriyê û aştiyê de nêzîkatiya dewletê ya li hemberî ziman wan xemgîn dike û wiha got: “Çanda gelê kurd çandeke hezar salan e. Ji bo mirovahiyê sifreyeke têr û tijî ye. Bi hezaran sal in gel li ser vê sifreyê dijî. Lê mixabin, li ser çand û ziman polîtikayên înkara ziman didomin. Em jî wekî komeleya ziman xebatên ji bo parastina ziman dimeşînin. Beriya ku ceza bidin Komeleya me ya Asîsayê li Tekîrdag jî heman bûyer pêk hat. Dîsa li Îzmir û Batmanê heman bûyer pêk hatin.” 

Ev înkara hebûna 60 milyon kurd e 

Cevret Zîlanli, da zanîn ku Komeleya Zimanê Kurdî ya Arsîsayê, ji bo dersan didin atolyeyan li dar dixin û got: “Di 1ê sibatê de nêzî 400 hezar tl ceza dane saziya zimanê kurdî. Bi hinceta “perwerdehiya bêdestûr daye” 400 hezar lîre ceza hat birîn. Ev yek me xemgîn dikin. Em bang li saziyên mafên mirovan ên cîhanê, rêxistinên siyasî dikin. Bi vî cezayê pereyan înkarkirina çand û zimanê 60 milyon kurdan e. Ev înkara hebûna gelê kurd e. Di sedsala 21an de cezakirina ziman sûcekî rûreşî ye. Çawa dibe ku di vê sedsalê de atolyeyek li ser ziman û çandê xebatê dike bê cezakirin. Bi sedemeke bê bigeh tenê bi fermana Walî ev ceza lê hatiye birîn. Divê cîhan vê yekê zanibe ku bi cezayê pereyan tunehesibandina zimanê kurdî ye.” 

Bêdestûr lêgerîn kirin 

Cevdet Zîlanli, da zanîn ku sedem tune û bi awayekî keyfî ceza birîne û wiha got: “Dema ku lêpirsîn dan destpêkirin, polîs hatin saziyê. Me got ‘Destûr heye an na’ gotin ‘Destûr tune, li ser daxwaza Mirûdê Perwerdehiyê em hatine’ Piştî lêgerîn kirin çûn. Ji ber me perwerde daye, ceza didin perwerdehiya ziman. Bi vî cezayî dixwazin em gavan paşve bavêjin. Lê zimanê me rûmeta me ye. Em dest ji zimanê xwe bernedin.” 

Ziman nayê hilbijartin 

Cevdet Zilanli, li ser nakokiyên dewletê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Dixwazin wekî TRT6 nêzîk bibin. Hemû li ser berjewendiyên xwe nêzîk dibin. Gelê kurd bi dersên hilbijartî nayê xapandin. Mafê xwe yê xwezayî dixwaze. Gel mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê xwe dixwaze. Ji bo 30-40 milyon kurd dersên hilbijarî şerma mirovahiyê ye. Ziman nayê hilbijartin. Ji dibistanên seretayî heta zanîngehan perwerdehiya ziman mafekî bingehîn e.” 

Cevdet Zîlanli, da zanîn ku helwesta gel li dijî vê yekê zêde ye û wiha pêde çû: “Di sedsala 21an de ziman tê cezakirin. Em ê wekî aktîvîstên kurd di 30ê Adarê de saet di 11an de li dijî vî cezayî daxuyaniyê bidin. Zimanê me hebûn û rûmeta me ye.” 

Dê îtîraz bikin 

Cevdet Zîlanli, li ser têkoşîna hiqûqî jî rawestiya û got: “Em bi parêzeran re ketin nava dan û stendin. Parêzerên OHDê bi awayekî dildar hatin û piştgirî dan. Em ê li dijî vê yekê bi daxwaznameyekê îtîraz bikin. Em vî cezayî qebûl nakin. Em ê têkoşîna hiqûqî bidomînin.” 

Bang li saziyên mafên mirovan û meclisê kirin 

Cevdet Zîlanli, herî dawî bang li parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan jî kir û got: “Em bang li saziyên mafên mirovan ên cîhanê dikin ku mafên mirovan û ziman biparêzin. Em dîsa bang li Lijneya Meclisê dikin ku di vê pêvajoya aştî û çareseriyê de dest ji vê nêzîkatiyê berdin û helwesteke erênî nîşan bidin. Dîsa em bang li meclisê dikin ku bi zagonan mafê perwerdehiya ziman biparêzin û hebûna ziman mîsoger bikin.”