Cenazeyê Salih Muslim piştî merasîma ji Qamişlo şandin Kobanê

Bi hezaran xelkê Rojava cenazeyê endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim ji bajarê Qamişloyê piştî merasîmê ber bi Kobanê ve rê kir.

1 deqe xwendin
Cenazeyê Salih Muslim piştî merasîma ji Qamişlo şandin Kobanê

Bi hezaran şêniyên Rojava bi kurd, ereb û suryan û pêkhateyên din, endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim oxir kir. Merasîma oxirkirinê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ve li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê pêk hat. Siyasetmedar û nûnerên eşîran ên kurd û Ereb, şandeyeke partî û tevgerên siyasî yên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê jî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre peyama Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya şehadeta têkoşer Salih Muslim hat xwendin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê hevserokê meclisê Ubeyd Etê axivî. Ubeyd Etê di axaftina xwe de têkoşîna zêdetirî 50 salan a şehîd Salih Muslim a di oxirina doza kurd de vegot û diyar kir ku şehîd Salih Muslim bê teredudu û bê muqabil tê koşiya, di mercên herî zehmet de xizmeta gelê xwe kir, li dijî rejîma Baasê û komên çekdar û siyasetên dewleta Tirk ên li dijî herêmê têkoşîn kir.

Etê di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku ne tenê gelê Rojava, lê parçeyên din ên Kurdistanê ji ber koça dawîn a Salih Muslim xemgîn bû. Etê di dawiya axaftina xwe de di dawiyê de got, dê şopdarên xeta şehîdan bin ta xeyalên wan bi cih werin.

Di merasîmê de endama Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Foza Yûsif jî axivî. Foza Yûsif sersaxî ji gelê kurd re xwest û piştevaniya Kurdan li hemû aliyên Kurdistanê, ji Qamişlo, Hewlêr, Silêmaniyê, Amed û Mehabadê silav kir.

‘Şervanê heqiyê bû’

Foza Yûsif anî ziman ku Salih Muslim xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna azadiyê ye, ji salên 1980yî ve bê westan kar kir, ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav dikirin û mafên gelê kurd diparastin. Foza Yûsif destnîşan kir ku Salih Muslim li hemberî rejîma Baasê jî tê koşiya û wiha got: “Ji aliyê rejîmê ve hat girtin û îşkence lê hat kirin. Tevî vê jî rojeke ji parastina doza gelê xwe dudilî nebû. Şervanek bû ku gotina heqiyê bang dikir. Ji malbateke welatparêz e ku di nava refên şoreşê de xwedî kedeke mezin e.”

Pirtûkên Abdullah Ocalan wergerandiye

Foza Yûsif anî ziman ku şehîd Salih Muslim ne tenê siyasetmedar bû, di heman demê de nivîsakr û wêjevanê Şoreşa Rojava bû, pirtûkên Abdullah Ocalan wergerandin da ku hişmendiya li Kurdistanê bi pêş bixe.

Foza Yûsif her wiha bi bîr xist ku şehîd Salih Muslim ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya kurd têkoşîneke demdirêj kir û got: “Malbateke welatparêz, democrat û têkoşer ava kir. Zarokên xwe tev li şoreşê kir. Kurekî wî ji bo parastina Rojava ji çeteyên DAIŞê şehîd bû. Di heman demê de piştevanî doza jinan bû. Ji bo azadiya jinan û bidestxistina mafên wan û beşdarbûna wan kar kir.”

Foza Yûsif anî ziman ku ala kesk, sor û zer wê li ba bimîne û têkoşer bidome da ku hêviyên şehîdan pêk werin û mafên gelê kurd di destûrê de werin nivîsandin.

Siyasetmedarên ji başûr jî beşdarî merasîmê bûn 

Di merasîmê de şandeyeke YNKê gurzên gulan danîn ser gora şehîdan û bi navê serokê YNKê Bafil Talabanî, Luqman Werdî axivî.

Bi navê siyasetmedarên ji başûr û Rojhilatê Kurdistanê, siyasetmedarê ji başûr Serdar Abdullah jî axivî.

Keça Salih Muslim, Perwîn Muslim jî axivî û spasiya rayedarên başûrê Kurdistanê kir û soza domandina rêya bavê xwe da.

Di dawiyê de hevrê û hezkiriyên Salih Muslim cenaze ber bi bajarê Kobanê ve bi rê kir. Cenazeyê Muslim, li Kobanê wê bi merasîmekê were veşartin.