Cenazeyê Salih Muslim gihîşt axa Kobanê

Cenazeyê siyasetmedar û rewşenbîrê Salih Muslim ji Qamişlo ber bi Kobanê bi rê kirin. Cenazeyê Salîh Muslim gihişt axa Kobanê.

1 deqe xwendin
Cenazeyê Salih Muslim gihîşt axa Kobanê

Bi hezaran şêniyên Rojava bi kurd, ereb û suryan û pêkhateyên din, endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim oxir kir. Merasîma oxirkirinê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ve li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê pêk hat. Piştî merasîma oxirkirinê, darbesta Siyasetmedar Salîh Muslim ber bi Kobanê ve oxir kirin. Dê cenazeyê wî li Pakrewangeha Şehîd Dicle bê definkirin. Hate diyarkirin ku beriya çend kêliyan darbesta Salih Muslim gihîşt gundên başûrê bajarê Kobanê.

Karwan beriya berê xwe bide navenda bajêr, dê li gundên Kobanê bigere.