Cenazeyê rojnameger Osman Kiliç li Amedê hate pêşwazîkirin
Cenazeyê rojnameger Osman Kiliç ê li Holandayê jiyana xwe ji dest da, li balafirgeha Amedê ji aliyê malbat û hevalên wî yên rojnameger ve hate pêşwazîkirin.

Dîrektorê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Osman Kiliç ku ji salên 1990î ve di nava karên Çapemeniya Azad de cih digirt, di 12ê Adarê de li bajarê Tiel ê Hollandayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Osman Kiliç îro anîn Balafirgeha Amedê. Endam û rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), ferdên malbatê, parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren û endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî cenazeyê Osman Kiliç pêşwazî kirin. Flamaya kesk û sor û zer danîn ser darbesta Osman Kiliç. Cenazeyê ku bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ hate wergirtin, ber bi navçeya Misircê ya Sêrtê ve hate rêkirin.
Cenazeyê Kiliç dê li Gundê Zoqeydê yê navçeya Misirca Sêrtê bê veşartin.
Der barê Osman Kiliç de
Osman Kiliç ku di sala 1968an de li navçeya Misirc a Sêrtê ji dayîk bûbû, ji salên 1990î ve di nav xebatên Çapemeniya Azad de ye. Osman Kiliç ê di ciwaniya xwe de neçar ma koçî Holandayê bike, ji salên 90î ve li qadên çapemeniya azad ên weke Med Tv, Medya Tv, Çira Tv, ANF hwd. Xebitiye. Osman Kiliç ê ku ji ber nexweşiya penceşêrê ya pişikê zêdetirî du sal bûn dihate dermankirin, di 12ê Adarê de li klînekeke bajarê Tîelê yê Holandayê jiyana xwe ji dest da.


