Cenazeyê Fehîm Tosûn hat wergirtin
Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li herêma sînor a li navçeya Elbak a Wanê hat kuştin piştî 4 rojan hat wergirtin.
•
1 deqe xwendin

Fehîm Tosûn ku li taxa Elbêsê ya navçeya Elbak a Wanê ya li ser sînor dima, beriya çar rojan di êrişeke çekdarî de hat kuştin. Li gorî gundiyan, cenazeyê Fehîm Tosûn ji ber ‘berfa zêde’ û ‘bahozê’ piştî çar rojan karîbû bê wergirtin.
Cenazeyê ku birin qereqola li gundê Xanikê, ji bo otopsiyê wê ji Saziya Tipa Edlî ya Wanê re bê şandin.

