Çawişê pispor li Xarpêtê jinek kuşt

Çawişê pispor Murat Ç., li Xarpêtê jina bi navê Derya Ç., ku pêre zewicî bû kuşt.

1 deqe xwendin
Çawişê pispor li Xarpêtê jinek kuşt

Çawişê pispor Murat Ç., li taxa Dogukan a Xarpêtê jina bi navê Derya Ç., ya ku pêre zewicî bû kuşt. Piştî cîranan agahî dan yekîneyên tenduristiyê û polîsan, polîs û yekîneyên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Polîsan kujer binçav kirin û cenazeyê Derya Ç., jî rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.