Bûyerên tundiya zayendî di şer de du qat zêde bûn

Di rapora nû ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat eşkerekirin ku ji sala 2025'an û vir ve li herêmên şer û pevçûnan tundiya zayendî du qat zêde bûye. Di raporê de li 21 welatan 9 hezar û 788 bûyerên piştrastkirî hatin belgekirin û îsal saziyên dewletê yên Rûsya û Îsraîlê jî li lîsteya binpêkeran hatin zêdekirin

1 deqe xwendin
Bûyerên tundiya zayendî di şer de du qat zêde bûn

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Pramila Patten, der barê tundiya zayendî ya di demên şer û pevçûnan de raporeke nû weşand. Di raporê de bal tê kişandin ser encamên wêranker ên şer ên li ser civakê, bi taybetî jî li ser jin û zarokan. Rapora salane hişyarî dide ku ruxmê hemû zehmetiyên gihîştina herêmên şer, hejmara dozên tundiya zayendî bi rengekî metirsîdar zêde bûye.

Di lîsteyê de 77 berpirsiyar hene

Li gorî rapora ku hatiye weşandin, li 21 welatan nêzîkî 10 hezar dozên tundiya zayendî hatine qeydkirin. NYyê 77 sazî û aliyên ku di van binpêkirinan de cih girtine xist lîsteya xwe. Di lîsteya îsal de du welatên nû derketin pêş; saziyên dewletê yên Îsraîl û Rûsyayê wekî berpirsiyarên nû li navnîşa binpêkeran hatin zêdekirin.

Binpêkirinên li Filistîn û Ukraynayê

Di raporê de hat diyarkirin ku li dijî filistîniyan 31 dozên tundiya zayendî hatine belgekirin. Ev bûyer bi piranî li navendên binçavkirinê li dijî jin, mêr û zarokan pêk hatine. Di nava van binpêkirinan de di hawîrdoreke bêcezatiyê de tecawiz, tecawiza komî û lêgerînên tazî yên bi zorê hene.

Ji aliyê din ve, li hemberî dîlên şer û sivîlên Ukraynayê jî 310 dozên îşkenceyê hatine piştrastkirin. Di nava van dozan de rêbazên îşkenceyê yên wekî tecawiz, lêdanên giran û şoka elektrîkê ya li ser organên zayendî cih digirin. Rapor destnîşan dike ku Rûsyayê ji sala 2022'yan û vir ve têkildarî mijarê bi ofîsa NYyê re ti têkiliyek daneniye.

Bikarhanîna tundiyê wekî taktîka şer

Beşeke din a raporê balê dikişîne ser welatên wekî Sûdan, Sûdana Başûr, Komara Demokratîk a Kongoyê, Haîtî û Myanmarê. Li van welatan tundiya zayendî bi awayekî sîstematîk wekî amûreke îşkenceyê, tepeserkirina siyasî û taktîka şer tê bikaranîn. Jin û keçên penaber bi xetereyên herî mezin re rû bi rû ne, lê di heman demê de li navendên binçavkirinê mêr û zarok jî dibin armanca vê tundiyê.

Rapor bang li raya giştî ya cîhanê dike ku qurbaniyên van bûyeran neyên jibîrkirin û tekez dike ku divê ji bo parastina maf û rûmeta mirovahiyê demildest gavên pêwîst werin avêtin.