Li Cizîrê û Kerboranê komuna jinan vekirin
Şaredariya Cizîrê bi çandina şitlên îsot, firengî û xiyaran bîstanê komuna jinan veki. Şaredariya Kerboranê jî, bi boneya pêşxistina çanda kevnan a Mala Tendûrê vekirin.

Şaredariya Cizîrê Bîstanê Komuna Jinan a Binevşê vekirin. Lijneya Rêveberiya Demokratîk a Xwecihî ya DEM Partiyê, Cizîr weke bajarê jinê îlan kirin û di vê çarçoveyê de li taxa Basîskê li ser donumek û nîv bîstan avakirin. Jinên xebatkarên Şaredariya Cizîrê li Bîstanê Komuna Jinê ya Binevşê şitlên îsot, firingî, xiyar, bacanên reş çandin.
Şaredariya Kerboranê jî, li taxa Bahçebaşi Mala Tendûrê mala tenûran vekirin. Şaredariyê ji bo çanda nanê tendûrê neyê jibîrkirin proje pêş xist û bi demê re dê li hemû taxên bajêr malên tendûrê veke.

