‘Bicihanîna mafê heviyê dê bibe mînak’

Hevserokê Şaxa ÎHDa Wanê Salîh Coşkûn destnîşan kir ku ‘Mafê Hêviyê’ mafekî hiqûqî û mirovî ye û got: "Bicihanîna vî mafî di şexsê birêz Ocalan de, dê ji bo hemû girtiyên din jî bibe mînak.”

1 deqe xwendin
‘Bicihanîna mafê heviyê dê bibe mînak’

Esra Polat

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Di ser banga Rêberê Gelê Kurd re salek zêde derbas bû. Di vê salê de ji aliyê Tevgera azadiyê ve gavên dîrokî û şênber hatin avêtin û pêvajo gihîşt merheleyekê. Lê ji aliyê Tirkiyeyê ve ti gavên şênber hêj nehatine avêtin. Tenê bi avakirina komîsyona meclisê bersivek da vê pêvajoyê. Gelê kurd û siyaseta kurdî jî di vê pêvajoyê de daxwaza azadiya fizîkî ya sermuzakerevanê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di sala 2014an de, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê Tirkiyeyê de biryarek dabû. DMMEyê destnîşan kiribû ku cezayê muebedê yê giran ku heta mirinê didome, li dijî rûmeta mirovahiyê ye û wekî ‘îşkenceyê’ pênase kiribû. Tevî ku di ser van biryaran re salên dirêj derbas bûne û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hişyariyan dide jî, Tirkiye ji bo pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ ti gavên qanûnî navêje.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Salîh Coşkûn derheqê mafê heviyê nirxandinên xwe kirin. 

Salîh Coşkûn diyar kir ku girtina heta mirinê wekî şêweyeke îşkenceyê ye û divê Tirkiye teqez erkên xwe yên hiqûqî bîne cih. Salîh Coşkûn da zanîn ku girtina heta mirinê îşkence ye û got: "Mafê hêviyê, mekanîzmayeke li dijî cezayê girtina heta mirinê hatiye bipêşxistin. Ev maf encama xebatên DMMEyê ye. Em dikarin bibêjin ku girtina girtiyekî di hucreyê de heta roja mirinê, cureyeke îşkenceyê ye. Armanca vî mafî ew e ku girtî bikaribe careke din vegere nav civakê."

‘Divê Tirkiye biryarê pêk bîne’

Salîh Coşkûn bal kişand ser biryarên DMMEyê yên der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Ciwan Boltan got: "DMMEyê ji dewleta Tirkiyeyê re gotiye ku divê hûn mekanîzmayekê ji bo bicihanîna mafê hêviyê ava bikin û heke pêwîst be di qanûnan de guhertinan bikin. Ji ber ku Tirkiye DMME îmze kiriye. Divê ev mekanîzma bêyî bi derengî bikeve were avakirin."

‘Ev erka hiqûqî ye’ 

Salîh Coşkûn di axaftina xwe de destnîşan kir ku li gorî qanûna înfazê ya heyî, girtiyên di çarçoveya sûcên rêxistinî de cezayê muebedê yê giran hildane heta mirinê di girtîgehê de dimînin û got: "Li gorî biryara DMMEyê, divê ev xala qanûnê were guhertin. Bi taybetî ji bo birêz Abdullah Ocalan, divê rêya berdana wî bi qanûnî were vekirin. Ev ne tenê daxwazek, erka hiqûqî ya dewletê ye."

‘Ji bo civakeke demokratîk esas e’ 

Salîh Coşkûn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê zêdetirî 2 hezar girtiyên siyasî yên cezayê muebeda giran dane wan, hene û got: "Vekirina rêya berdana van girtiyan di çarçoveya mafê hêviyê de, ji bo avakirina civakeke demokratîk û pêvajoya aştiyê gaveke sereke ye. Ji bo ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe û bi pêş ve biçe, ev yek pêdiviyek e. Bicihanîna vî mafî di şexsê birêz Ocalan de, dê ji bo hemû girtiyên din jî bibe mînak û rêya mafdariyê vebike."