Besra Gulmez a 9 salî ji duh êvarê ve winda ye

Li Taxa Yenî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê zaroka bi navê Besra Gulmez (13) ji duh êvarê ve winda ye.

1 deqe xwendin
 Besra Gulmez a 9 salî ji duh êvarê ve winda ye

Li gorî agahiyên ku ji malbatê hatine wergirtin, zaroka bi navê Besra Gulmez a 9 salî ji duh saet 19:00an ve winda ye. Bûyer li Taxa Yenî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê qewimî. Hat zanîn ku Besrayê gotiye, “Ez ê herim marketê” û ji malê derketiye û piştî wê tu agahî jê nehatiye wergirtin.