Bernameya Newrozê diyar bû

Îsal, dê Cejna Newrozê li herî kêm 53 cihan bi dirûşmeyên "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" û "Newroz a Azadî û Demokrasiyê" were pîrozkirin.

1 deqe xwendin
Bernameya Newrozê diyar bû

Bername û dirûşmeya Cejna Newrozê hatin diyarkirin. Koordînasyona Amadekariya Navendî ya Newrozê dê îsal li herî kêm 53 cihan pîrozbahiyan li dar bixe. Danezana Newrozê dê di 9ê Adarê de li Amed û Stenbolê were ragihandin.

Dirûşmeya Newrozê wekî “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" ve "Newroza Azadî û Demokrasiyê" hatin diyarkirin.

Bernameya Newrozê wiha ye:

9 adar: Li Amed û Stenbolê deklarasyon 

11 adar: Xarpêt/Dep, Amed/Sûr, Îzmir/Kadifekale, Agirî/Bazîd

14 adar: Mûş/Kop, Riha/Xelfetî, Meletî, Mêrdîn Nisebîn, Sêrt/Misirc

15 adar: Mêrdîn/Qoser, Semsûr, Colemêrg, Agirî, Qers, Aydın, Îdir, Mûş

17 adar: Dêrsim, Wan/Erdîş, Erzirom

18 adar: Colemêrg/Gever

21 adar: Amed, Tekirdag, Kocaeli

22 adar: Enqere, Mêrsîn, Riha, Balikesir, Çewlîg, Wan, Dilok, Êlih, Xarpêt, Konya, Edene, Denizli, Bedlîs/Tetwan, Şirnex/Cizîr, Sêrt, Bursa, Mûgla, Hatay/Îskenderûn, Manîsa, Osmaniye, Çanakkale, Eskîşehîr 

23 adar: Şirnex 

24 adar: Şirnex/Silopiya