Bawernameyên Rêveberiya Xweser hatin pejirandin
Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê naskirina bawernameyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn pejirand. Herwiha destûr hat dayîn xwendekarên ku li gorî materyalên Rêveberiya Xweser xwendine, yên 2025-2026 û 2026-2027an beşdarî ezmûnên giştî bibin.

Duh Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê biryara hejmar 1617/943 der barê bawernameyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn de da.
Ev biryar li ser bingeha bendên qanûna Hejmar 31an a 2024an e. Pêwîste rewşa qanûnî ya xwendekarên li parêzgehên rojhilat jî li ber çavan were girtin.
Ev biryar beşek ji pêvajoya entegrasyonê ya berdewam e ji bo avakirina pergalek perwerdehiyê ya yekgirtî, piştî bicîhanîna materyala xwendinê ya yekgirtî ya hikûmeta Sûriyeyê li hemû parêzgehên Sûriyeyê.
Li gorî pêdiviyên berjewendiya giştî, ev biryar hat dayîn:
Madeya 1: Xwendekarên ku berê xwendina xwe li gorî materyalên xwendinê ya Rêveberiya Xweser dimeşandin, destûr tê dayîn ku di azmûnên bawernameyên giştî (amadehî, Perwerdehiya Bingehîn) de, li gorî rêzikname û pîvanên neteweyî yên yekgirtî yên ku ji hêla Wezareta Perwerdeyê ve hatine danîn, tenê di salên 2025-2026 û 2026-2027an de, beşdarî ezmûnên bawernameyên (amadehî û perwerdehiya bingehîn) bibin.
Madeya 2: Bawernameyên ku berê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, dê li gorî prosedur û rêwerzên ku ji hêla Wezaretê ve hatine pejirandin û niha di meriyetê de ne, werin naskirin.
Madeya 3: Ev biryar tê weşandin û ji bo bicîhanînê ji hemû aliyên peywendîdar re tê ragihandin.


