Azadiya Rojhilat nêzik e

Berî ku şer û pevçûn li Îranê derkevin û belav bibin, hemû partiyên Rojhilat bi civînek taybet yekîtiya xwe pêk anî. Tenê ev bûyer dide xuyakirin ku Rojhilat ji aliyê hişmendî û pêşketinê ve, li pêşiya hemû parçeyên din e.

1 deqe xwendin
Azadiya Rojhilat nêzik e

Duyemîn parçeyê mezintirîn ê Kurdistanê Rojhilat e. Bi hejmara xwe ya 15-20 milyon kurdî, cihekî taybet digire ji bo hemû Kurdistanê. Wek mezinbûna axê 4 caran ji Rojava mezintir e û zêdetir xwedî herêmek çiyayî ye.

Li Bakur zêdetir zaravayê kurmancî û pir kêm zaravayê dimilkî/zazakî tê axaftin, li Rojava bi giştî zaravayê kurmancî tê axaftin, li Başûr zêdetir zaravayên soranî û kurmancî tên axaftin. Lê li Rojhilat 4 zaravayên kurdî tên axaftin. Herî zêde soranî, dûvre kurmancî, dûvre goranî/hewramî û pir kêm jî dimilkî/zazakî û lorî/kelhûrî jî tên axaftin. Piraniya kurdên Rojhilat mislimanên sunî ne. Dûvre hejmarek şîae jî hene. Wekî din kurdên yarsan û hinek olên mistîk jî hene li Rojhilat.

Ev xalên dawî tenê bes in ji bo ku em taybetmendiya Rojhilat raxin ber çavan. Him ji aliyên zaravayên cuda û him jî ji aliyê olî ve pirrengiyek mezin heye li Rojhilat.

Rojhilat, herwiha hêlîna kesayetên navdar ên wek Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Hêmin Mukriyanî, Şêrko Bêkes, Hesen Zîrek û Behman Qubadî ye. Rojhilat hêlîna yekemîn komara kurdan, Komara Mihabadê ye. Li Rojhilat beşek pir mezin xwende ne û her tim zanistî û kurdayetî di perwerdeya wan de cihekî mezin girtiye. Heta niha bi dehan kesayetên Rojhilat re min daye û standiye. Balkêş e ku hema bêje hemû kesên ji Rojhilat akademîk, xwende û zana ne.

Ev jî bi gelê Rojhilat re hişmendiyek welatparêzî ya pir xurt afirandiye. Bi awayekî herî çalak Rojhilat li şoreşa rojavayê Kurdistanê xwedî derket, bêyî ku bipirse bê ji kîjan bawerî û rêxistinê ye. Ev jî taybetmendiyek din a Rojhilat e.

Herî dawî me dît ku hîna berî ku şer û pevçûn li Îranê derkevin û belav bibin, hemû partiyên Rojhilat bi civînek taybet yekîtiya xwe pêk anî. Tenê ev bûyer dide xuyakirin ku Rojhilat ji aliyê hişmendî û pêşketinê ve, li pêşiya hemû parçeyên din e. 6 rêxistin û partiyên siyasî bi civînekê yekîtiya xwe ava kir û dilê hemû kurd û kurdistaniyan xweş kir. Ev rêxistin û partî wiha ne:

1.            Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)

2.            Partiya Azadiya Kurdistan (PAK)

3.            Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Îran (PDK-Î)

4.            Partiya Komeleya Kurdistanê ya Îranê

5.            Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê

6.            Sazmanî Xebatê ya Kurdistanê-Îran

Hin armancên wan jî ev in:

             Yekrêzî û yekgirtina hêzên kurdî li Îranê

             Rawestandina perçebûna hêzên kurdî

             Tekoşîna azadî û xweseriya gelê kurd

             Avakirina hêzek lêşkerî û siyasî ya hevbeş

             Parastina mafên kurdan li nav oposîzyonê û li qada navneteweyî

             Avakirina pergalek demokratîk û hwd.

Sembola ku wan hilbijartiye pir bi wate û pir girîng e. Ka werin em bi hev re lê temaşe bikin:

Sembola dîrokî ku ji dema medan tê û 21 tîrêjên wê yên rojê hene pir girîng û pîroz e. Hilbijartina vê sembola dîrokî tê wateya ku kurd gelekî xwedî dîrokek kevnar û dewlemend in û tekoşîna îro jî berdewama wê ye. Roj ji bo hemû kurdan pir girîng e û nîşana neteweyî ye. Her wiha roj tê wateya ronahî, jiyan û azadiyê jî. Di salên dawî de wek nîşana vejîn û berxwedanê jî tê bikaranîn.

21 tîr ji ala kurdî tê û her wiha wateya 21ê adarê û Newrozê ye jî. Ev jî dîsa tê wateya destpêka nû, şoreş û vejîn û her wiha yekbûna gelê kurd. Navenda wê ya spî jî tê wateya yekîtî û aştiyê. Şemsa girtî jî mirov dikare bêje tê wateya guhertin, qada nû ya siyasî û her wiha wekheviya li nav kurdan.

Bi vê gava dîrokî Rojhilat ji hemû Kurdistanê re nîşan da ku ew amade ye parçeyê xwe ji bin zilm û zordestiya rejîma olî ya Îranê rizgar bike. Bi tevlibûnek ewqas berfireh û mezin, ku bikaribin wek yek hêz, yek îrade tevbigerin, ew ê bi ser jî bikevin. 

Ev gava wêrek û dîrokî ku Rojhilat avêtiye, dikare bibe wek ders ji bo hemû parçeyên din. Rojhilat ew ê bi sekn û tevgera xwe bibe mamosteyê Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê. Ev hefte û mehên pêşiya me pir girîng in û mirov dikare bêje ku wek man û nemanê girîng in. Ger Rojhilat yek tevbigere û gelê kurd li hemû Kurdistanê û cîhanê jî xwedî li vê yekê derbikeve, ew ê tiştek nikaribe li ber kurdan raweste. Azadiya Rojhilat pir û pir nêzîk e…