Awdanan: Civak û rêxistinên şoreşger dikarin hevsengiyê biguherînin

Berdevkê PJAKê Rêwar Awdanan ragihand ku nabe pêşeroja herêmê tenê di navbera şer an jî lihevkirina hêzên cîhanî û rejîma Îranê de were sînordarkirin.

1 deqe xwendin
Awdanan: Civak û rêxistinên şoreşger dikarin hevsengiyê biguherînin

Berdevk û Endamê Meclîsa Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêwar Awdanan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê geşedanên dawî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de nirxandinên girîng kir. Awdanan destnîşan kir ku hêza sêyemîn, yanî civak û rêxistinên şoreşger, dikarin di kêliyeke diyarker de hevsengiyan serûbin bikin.

‘Nêrîna qederparêzî şaş e’

Awdanan diyar kir ku sînordarkirina çarenûsa gelan di navbera du bijareyan (şer an lihevkirin) de nêrîneke “şaş û qederparêzî” ye. Awdanan bal kişand ser vîna gel û wiha got: “Aktorên siyasî û hêza sêyemîn hene. Civak û rêxistinên şoreşger ên pêşeng dikarin bi nêrînên serbixwe dakevin qadan û hevsengiyan biguherînin.”

Vîna azad û hêza sêyemîn

Berdevkê PJAKê di peyama xwe de bang kir ku divê civak pişta xwe bi vîna xwe ya azad girê bide û nebe amûra lîstikên hêzên derve û rejîmê. Awdanan destnîşan kir ku di demên krîtîk de, hêza herî sereke ya ku dikare encamê diyar bike, rêxistiniya gelê şoreşger e.