Avakirina Civaka Demokratîk

Demokrasî têgeheke yewnanî ye û xwedî dîrokeke têr û tijî ye. Ji xwe heta roja îro gelek nîqaş, gengeşî û guherîn derbas kiriye.

1 deqe xwendin
Avakirina Civaka Demokratîk

Demokrasî têgeheke yewnanî ye û xwedî dîrokeke têr û tijî ye. Ji xwe heta roja îro gelek nîqaş, gengeşî û guherîn derbas kiriye. Lewra desthilat her tim li gorî dil û berjewendiyên xwe wateyekî lê bar dikin. Li ser meselê di demokrasiya Yewnana Kevin de cihê jin, zarok û koleyan tune be û piranî kesên dewlemend xwedî gotin bûn. Tevî ku di roja me ya îro de ev rewş guheriye jî desthilat hê jî li gorî xwe nêzîkê demokrasiyê dibin. Lêbelê tişta zelal ev e ku desthilat ji bo hêza xwe bidin nîşandan, demokrasiyê wekî amûreka rêvebirina civakê bi kar anîne û bi kar tînin. Ango çawa demogogên Yewnana Kevin civak û demokrasî manîpule dikirin, îro jî li qadên siyasetê civak li ser navê demokrasiyê tê manîpûlekirin. Heke pêşiya vê manîpûlekirinê bê girtin, demokrasî di bingeha xwe de bi wekhevî, azadî, edalet û vîna civakî re xwîşk û bira ye. Di bingeha xwe de demokrasî hemû endamên civakê di nav xwe de dihewîne. Ango heke hemû beşên civakê yên wekî nasnameyên cuda, jin, mêr, civak, kom, komik,