8ê Adarê ne şîn roja têkoşînê ye
Li şûna şînê, em têkoşînê vejînin. Jin ji bo guhertina vê sîstema qirkirinê têdikoşe. Jin hîn jî li malê, li kar, li kolanan, li dibistan, li kargeh/fabrîkayan, li zeviyan bi awayên cuda bi tundûtujiyê re rûbirû dimîne. Desthilatdar difikirin ku ka kî wê kê bike bin kontrola xwe!
8ê Adarê, roja têkoşîna jinên cîhanê ye. Bêşik ev roj encama keda jinan e. 8ê Adarê, ji wê xeleka kevneşopiya dîroka sala 1857an e ku 129 jin li fabrîkayên tekstîlê yên New Yorkê hatin kuştin. 8ê Adarê li ser bîranîna van jinan ava bûye. Berhevkirina çîroka vê berxwedanê ye ku jinan li hember kedxwariyê dest bi grevê kir. Jinan, bi hev re biryara vê berxwedanê da. Em îro vê rojê weke roja geşkirina xweşikbûn, hevgirtin û hevaltiyê pêşwazî dikin. Vîna jinan a arasteyî têkoşînê biryara greva giştî dide ku di roja 8ê Adarê de li hemû fabrîkayan bersiva xwe dibîne. Têkoşîna jinan, li hember zordestî, bêedaletî, destdirêjî, kedxwarî û qirkirinê ye. Têkoşîn, ji bo rizgarkirina qada jiyanê ye. Parastina mafê heqdest, stara kedê; şerê li dijî zilmê, hilweşandina dîwarên zordestiyê ye. Bi vê boneyê jinên kedkar grev kir. Ji ber van sedeman 8ê Adarê roja têkoşîna jinên cîhanê ye. 8ê Adarê ne roja şînê ye, helbet ev roja mezinkirina berxwedan, hevgirtin û têkoşînê ye. Têkoşîna kedê, redkirina bindestiyê ye. Bi têkoşîna azadiya jinên cîhanê re avakirina yekîtiyê ye.
Jinên têkoşer, ew sekna tirsnak li şûn xwe hişt. Ji bo cîbicîkirina destpêkek nû dixebitin. Jin bi salan e şerê vê didin. Şerê jinan, li hemberî neqenciyê, xirabiyê ye. Ma jin dest ji jiyanê berdide? Ew, afrînera jiyanê ye. Li ser vê bingehê nêzî hemû zehmetiyên li pêş xwe dibe, ku yek bi yek derbas bike. Jin, ji bo başiyê xebatê dike. Jin di lêgerîna peydakirina rêya çarenûsê de, bi ceribandinên xweser re eleqedar e. Axir têkoşîn ji bo jinan hunerek e! Jin ne dev ji hunera şoreşê, ne jî dev ji jiyanê berdide.
Li şûna şînê, em têkoşînê vejînin. Jin ji bo guhertina vê sîstema qirkirinê têdikoşe. Jin hîn jî li malê, li kar, li kolanan, li dibistan, li kargeh/fabrîkayan, li zeviyan bi awayên cuda bi tundûtujiyê re rûbirû dimîne. Desthilatdar difikirin ku ka kî wê kê bike bin kontrola xwe!
Ji destpêka pêkanîna pergala mêtingeriyê ve kedxwarî berdewam e. Dibêjin, ‘jin hebûnek e’ lê ew tenê ji bo çêkirina zarokan e. Li dijî vê jin her ku têkoşiya, hêza xwe, rastiya xwe nas kir. Bi saya têkoşînê, bîr û zanebûna xwe bi pêş ve bir. Çavên wê vebûn. Bi qasî ku li çiyan dihat, li gund û bajaran jî têkoşîna xwe berbelavî civakê kir. Heyîna xwe bi civakê da hîskirin, ku ew kirdeya têkoşînê ye. Dilxweşiya herî mezin, yekbûna jinan a bi rabûna têkoşînê ye ku li gel me dilgeşî çêkir. Di vê mijarê de yê ku wenda kir; ‘paşverûtiya’ zilaman e. Jinên pêşeng bi dayîna têkoşînê re, karê herî rast pêk anî ku pergala xwe piralî di ber çavan re derbas bike. Jinên kurd daxwaza azadiyê kir pêşiya her tiştî! Li pêşiya konê şînê, ala têkoşînê hilda. Ji qada şoreşê, gav bi paş ve neavêtin. Tecrûbeya ji dîrokê dibeje ku em ê di vê oxirê de, bigihin mafên xwe…
Sînorê têkoşîna jinan fireh dibe. Bi têkoşînê tiştekî ku jin wenda bikin tune ye, lê ku em têkoşînê nedin, em ê her tiştî wenda bikin. Her jineke xwedî wê vînê ye ku birîna xwe bi destê xwe derman bike. Ji lewra ji bo her tiştî, têkoşîn divê. Li gerdûnê ti zindiyek bi qasî jinan ku rastî penaberî/koçberiyê hatiye tune ye. Di rêyên penaberiyê de bi hezaran jin rastî êrişên zayendperet ên zilaman tên. Xizanî, penaberî ne qeder e. Di vê der barê de, saziyên navneteweyî, (Neteweyên Yekbûyî) de xemsar in. Li Îran, Afganistan, Sûriye, Sûdan, Tirkiye û li gelek welatên din jiyan li jinan bûye zindan.
Gelo ew ê jin, çi çaxê dest bi daneheva serpêhatiyên xwe bikin? Êdî dema wê hatiye ku em çîroka têkoşîna jinên rojavayê Kurdistanê li hemû cîhanê bidin nasîn. Bi hevokên kûr, bi wêjeya ruhê şoreşê bikin pirtûk. Îro vegotina dîrok û têkoşîna jinên Rojava, sînorê erdîngeriya Kurdistanê, Rojhilata Navîn derbas kiriye. Li ser jinên ereb, ermen, suryan, fars, afgan û belûc, tesîra xwe dike.
Ew salên tund û dorpêça gelekî dijwar mîna lehneta dorpêça dojehê ye. Dilê xelkê vê herêmê ji kerba dihele. Ji ber rewşên ku diqewimin, herî zêde jin û zarok jê bandor dibin. De were li kêleka ava çemê Firatê bijî û av tune be tu bidî zarokên xwe! Tevî van zehmetiyan jî ev ti carî nebû hincet ku jin hêviya xwe ya ji bo azadiyê ji dest bidin. Hêvî û bendewariya jinan, ezmûna şoreşê ye. Zehmetî ti carê ji bo xwe nekirin asteng ku dest ji têkoşînê biqerin. Tenezilî jiyana koletiyê nekirin. Bi avakirina şoreşê re têgihîştina civakê her çû bi pêş ve bir. Ev dişibe deryayek bêbinî. Jina kurd, bi şoreşa Rojava re xwe çêtir nêzî heqîqetê dît! Bi vê hişmendiyê beşdarî her karê saziyên şoreşê bû. Cihê ku pêwistî bi çekê dît, bi çekê, deverên ku pêwistî bi rêxistinkirinê dît fikir û mêjiyê xwe bi kar anî. Di pêşengiya jinan de, herkesî bawerî bi şoreşa Rojava anî. Jinên ciwan, ji vê peywirê re bûn bersiv.
Tê zanîn ku artêşa jinan, pêl bi pêl pêdiviya parastinê dît. Bi avakirina artêşê dixwaze bide fêmkirin ku, jin gerdûnek e. Jinan, kelemên li pêş xwe bi rikberiyê hilweşandin. Jin, li Bakur, Rojava û Rojhilat tevahiya salê li qadan bûn û çalakî li dar xistin. Em dikarin bêjin ku li Rojava, ji her jinekê re şoreş divê. Her wiha her jinek şoreşek e. Wê rêwitiyeke dûvdirêj a mîrateya têkoşînek biwate ji jinên dinyayê re hişt. Berê jinan li gava destpêkê ya avakirina binesaziya şoreşê ye. Hejmarek zêde ya jinan a tevlîbûna saziyên rêveberiyê, tê wateya redkirina pîvanên koletiyê. Bi avakirina artêşê re jin bûn hêza parastina gelê xwe.


