Avabûna gerdûnê, sersala êzidiyan: Çarşema Serê Nîsanê
Roj hiltê ji bo mirovahiyê. Tîna wê dide erdê. Pîrozî ji erdê hildikişe heta esman. Gerdûn ava dibe û wê rojê Tawisê Melek dixuliqe ser rûyê êrdê. Careke din pîrozî dikeve cîhanê. Çarşema Serê Nîsanê, îsal careke din bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di vê roja pîroz de li tevahiya cîhanê êzidî li hev kom bûn û bûn parçeyekî vê cejnê.

qewlê afirandina dinyayê
yarebî dinya hebû tarî
tê da tunebûn mişk û marî
te zindî kir taze halî
çû nema gul jê barî
ya rebî tu hostayê kerîmî
te vekir rê û derba tarî
tu hostayê her tiştî
bihuşt çêkir rengê bî
erd û ezman tunebûn
dinya fireh bê bin bû
însan û heywan jî tunebûn
te xak saz kir
di behran de tenê hebû dur
ne dimeşiya, ne dipeşiya
te xweşruh anî ber
nûra xakê peyda kir
goşt û ruh hatine ber
nûra çavan lê hate der
dest û pê kire leş
lê şêrîn kir got û bêj

Di Çarşema Serê Nîsanê de tê xwendin ev qewl. ‘Çarşema Serê Nîsanê,’ an jî ‘Çarşema Sor,’ an jî ‘Sersala Êzidiyan’ ji bo civaka êzidî pir pîroz û girîng e. Ev cejn her sal di çarşema yekemîn a meha nîsanê de tê pîrozkirin û wek destpêka sala nû ya êzidiyan tê qebûlkirin. Ji ber wateya wê ya kevnar û dîrokî, Çarşema Sor ne tenê cejnek e, lê di heman demê de nîşaneya jiyana nû, vejîna xwezayê û girêdana mirovan bi erd û esman ye.
Afirîna gerdûnê
Bingeha Çarşema Serê Nîsanê vedigere ser kevneşopî û baweriyên kevnar ên Mezopotamyayê. Di baweriya êzidiyan de, ev roj bi afirandina cîhanê ve girêdayî ye. Tê gotin ku di vê rojê de Xwedê cîhan afirand û bi şêwazeke taybet rêz û nîzam da wê. Her wiha, li gor baweriyê, Tawisê Melek di vê rojê de hat erdê da ku cîhanê biparêze û rêberî bike. Ji ber vê yekê, Çarşema Sor wek rojekê tê dîtin ku jiyan dest pê dike, xweza şîn dibe û her tişt ji nû ve tê afirandin. Ev wate di nav gel de bi rengê sor, ango wek rengê jiyanê û germiyê hatiye nîşandan.
Remza aştiyê
Çarşema Sor ji bo êzidiyan wateyên xwe yên pir mezin hene. Ev roj wek sersal tê qebûlkirin, destpêka salê nû ye. Vejîna xwezayê ye, bi hatina biharê re jiyan ji nû ve şîn dibe. Rûmeta Tawisê Melek, ango roja ku ew ji bo erdê hatiye şandin. Parastina kevneşopiyê, ango civaka êzidî bi vê cejnê nasnameya xwe diparêze.
Her wiha, di vê rojê de mirov hewl didin ku bi fikr û dilê pak dest bi sala nû bikin. Nakokî û kînên kevn tên berdan û li şûna wan hevaltî û aştî tên danîn.
Çawa tê pîrozkirin?
Çarşema Sor bi gelek rêbaz û kevneşopiyan tê pîrozkirin:
- Rengînkirina hêkan: Hêk bi rengên cuda, bi taybetî rengê sor, tên rengînkirin. Ev sembola jiyan û afirandinê ye.
- Serdana goristanan: Mirov di vê rojê de diçin ser gorên xizmên xwe û kesên qedirbilind, ji wan re dua dikin û bîranînên xwe nû dikin.
- Rûmeta dar û xwezayê: Li hin deveran mirov daran bi rengên sor û zer dixemilînin.
- Vêxistina şimayan: Şimayên ronahiyê tên vêxistin wek nîşaneya ronahiyê û jiyana nû.
- Xwarin û civîn: Malbat û hevalên nêzîk li hev dicivin, xwarinên taybet amade dikin û cejnê bi hev re pîroz dikin.
Her wiha, li hin herêmên êzidiyan (bi taybetî li Lalişê), ev cejn bi merasîmên dînî yên mezin tên pîrozkirin û gelek kes ji her derê diçin wir.
Erd pîroz e
Di Çarşema Sor de hin rêz û qebûl jî hene. Tu kes nikare erdê bixemilîne yan jî bişikîne, ji ber ku erd wek jinek tê dîtin ku di vê rojê de jiyanê dide. Divê mirov ji şer û nakokiyan dûr bimîne. Rengên xwezayê tên parastin û rêz lê tê girtin.
Çarşema Sor cejnek e ku di nav xwe de dîrok, bawerî û xwezayê dihewîne. Ji bo civaka êzidî, ev roj ne tenê sersalek, lê nîşaneya hebûn û berdewamiya nasnameya wan e. Di şert û mercên dijwar ên ku êzidî gelek caran tê de mayî de parastina vê cejnê di heman demê de parastina çand û dîroka wan e. Ev cejn diyar dike ku bi hemû dijwariyan re jiyan dikare ji nû ve dest pê bike, wek xwezayê ku her sal di biharê de ji nû ve şîn dibe.
Li ser her ziyaretekê pîrozbahî
Çarşema Serê Nîsanê ji hêla kurdên êzidî ve li çar aliyê cîhanê bi awayekî rengîn tê pîrozkirin. Bi taybet li deverên pîroz yên wek Laliş. Lê belê êzidiyan hema bêje li her deverên ku lê dijîn, an jî jiyane ziyaret ava kirine û dema Çarşema Sor li ser her ziyaretekê pîrozbahiyan li dar dixin.
Bi hebûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk îsal li bakurê Kurdistanê bi awayekî berfireh hat pîrozkirin. Bi taybet li navçeyên Hezexa Şirnexê, Midyada Mêrdînê, Wêranşara Rihayê û Qubîna Êlihê Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi tevlibûna bi hezaran kesan hat pîrozkirin.
Kîwex malovaniya êzidiyan kir
Li gundê Kîwexê yê navçeya Hezexê û gundê Bacinê yê Midyadê Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi atmosfereke cihêreng hat pîrozkirin. Bi boneya hatina cejnê bi hezaran kes ji Êlih, Mêrdîn, Amed, ji bajarên cuda û heta Ewropayê beşdarî cejnê bûn. Gelek êzidiyên ku di sala 2014an de ji ber êrişên DAIŞê hatine li bajarên bakurê Kurdistanê bi cih bûne, ew jî li wir bûn. Her wiha gelek ji wan ji Şingalê jî hatibûn. Û gelek êzidî bi cil û bergên xwe yên neteweyî ên gelek xweşik û cuda reng da cejnê. Di cejnê de gelek nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl û gelek kesên ne êzidî jî tev li şahiya cejnê bûn. Mêvanên ku diketin qada pîrozbahiyê ji aliyê gundiyên Kîwexê ve hatin pêşwazîkirin. Kesên beşdarî cejnê bûn bênavber govend gerandin û bi kêf û şahiyê pîrozbahiya xwe pêk anîn.
Rêberê olî yê êzidiyan Merwan Elemdar Babirî, li qada cejnê amade bû û axaftinekê kir. Elemdar Babirî wiha got: ‘’Êzidî ji bo aştî û biratiyê têdikoşin. Hemû ol ji bo me girîng in. Rojhilata Navîn baxçeyek olan e. Bila Çarşema Serê Nîsanê li hemû gel û baweriyan pîroz be.’’
Her wiha li navçeya Midyadê ya Mêrdînê, li taxa Bacînê jî hat pîrozkirin. Gelek kes li wir jî bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiya li Mêrava Şêx Adî bûn. Li wir jî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî cejnê bûn. Pîrozbahiyên cejnê bi govendên gelêrî yên kurdî û stranan bi dawî bû.
Li gundê Kermê coşek mezin
Li gundê Kermê yê navçeya Wêranşara Rihayê, ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê bernameyeke pîrozbahiyê hat lidarxistin. Bernameya cejnê bi pêşengî û hevkariya Komelaya Êzidiyên Wêranşarê, Meclisa Êzidiyên Wêranşarê ya Ewropayê û Şaredariya Waranşarê pêk hat. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û gelek şaredar û siyasetmedarên herêmê tev li pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahî, bi bicihanîna rîtuel û tewafên olî dest pê kir. Piştî merasîma olî, beşdaran bi stran û gerandina govendê cejn pîroz kir. Li gorî kevneşopiya cejnê, li qada pîrozbahiyê mase hatin danîn û hêkên rengînkirî, şîranî û şekir li mêvanan hatin belavkirin. Bernameya pîrozbahiyê, piştî gerandina govendê û şahiyê bi dawî bû.



