Ardil Çeşme piştî 32 salan hat berdan
Ardil Çeşme ku di sala 1994an de li Amedê hatibû girtin, piştî 32 sal hate berdan. Ji ber Ardil Çeşme poşman nebû, 2 salan berdana wê taloq kiribûn.

Ardil Çeşme a 32 salan girtî ma, ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Erzînganê hat berdan. Ardil Çeşme, di Çileyê sala 1994an de li Amedê hatibû binçavkirin û pişt re ji aliyê Dadgehên Ewlekariya Dewletê (DGM) ve bi îdiayên siyasî cezayê muebbetê lê hatibû birîn.
Bi keyfî ceza dirêj kirin
Tevî ku dema înfaza cezayê Ardil Çeşme ji zû ve qediyabû jî, berdana wê gelek caran bi awayekî keyfî hate astengkirin. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê (ÎGK), di rûniştinên ku tenê çend xulekan dikişandin de, bi hincetên wekî ‘poşman nebûye’, ‘nebûna rewşa baş’ û ‘girêdana bi rêxistinê re dewam dike’ berdana wê her carê 6 mehan taloq dikir.
Piştî zindan, sirgûn û berxwedanê gihîşt serbestiyê
Ardil Çeşme di nava van 32 salan de gelek caran sirgûnî girtîgehên cuda hate kirin. Ew di sala 2019an de yek ji wan girtiyan bû ku li dijî tecrîdê dest bi rojiya mirinê kiribû û di şert û mercên giran de têkoşîneke xurt nîşan dabû.
Piştî têkoşîneke demdirêj a hiqûqî ya malbat û parêzerên wê û bidawîbûna biryarên taloqkirinê yên ÎGKê, Çeşme ji zindanê derket. Berdana Çeşme, ji aliyê malbat, parêzer û hevalên wê ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.


