Amargî

Têkoşîna jinên ciwan a li hemberî pergala baviksalar nîşan da ku, têkoşîna jinên ciwan a rêxistinkirî li ber xwe bide û ji civaka demokratîk re pêşengiyê dike, komunên xwe li ser fikra Amargî ava dike, tekoşîna xwe mezin dike.

1 deqe xwendin
Amargî

Hêlîn Dag

 Tekoşîna jinekê bi zayîna wê re dest pê dike. Her zayînek bi xwe re şerê hebûne tîne. Lê belê şerê jinan tenê ne şerê hebûnê ye, di heman demê de şerê avakirina jiyanê ye. Lewma erka jinan û taybet jî ya jinên ciwan a berpirsyariya li hemberî jiyanê heye.

Destpêka her tiştî dîtina nasnameya xwe ya ‘xwebûn’ê ye. Gihîştina xwebûnê fêmkirina gerdûnê ye. Her jinek jî di xwe de xwebûnekê dihewîne, ji xwebûnê jî gerdûnîbûn û ji gerdîbûnê jî civakbûnê dihewîne. Ev jî heqîqeta jinan û taybet jî jinên ciwan pênase dike.

Jin dema ku dikeve pey lêgerîna xwe û dibe rêwiyê heqîqetê, xwe digihîne evîna rast. Evîna rast ne bi kesekî re, bi avakirina civaka exlaqî û polîtîk re dibe heval. Evîna rast bi hişmendiyeke demokratîk re dikare bijî, jixwe jin di xwezaya xwe de xwedî hişmendiyeke demokratîk e. Yanî xwedî evîneke rast e. Lê belê çi û çawa bû ku jinê evîna xwe wenda kir? Pêwîst e dahûrandina vê baş bê kirin, ji ber ku hemû xirabî bi wendakirina vê evînê re dest pê kiriye. 

Êrişên li ser vê evînê ji zarokatiya jinekê dest pê dike û di ciwantiya wê de digihîje lûtkeya xwe. Ji ber ku teşegirtin di ciwantiyê de dibe. Fêmkirin, watedayîn, legerîn û xwedibûna armancekê di ciwantiyê de dest pê dike. Bi taybetî jî jin herî zêde di ciwantiya xwe de dikeve lêgerîna nasnameya xwe û pey xwebûna xwe. Ji ber vê yekê hişmendiya baviksalar herî zêde ji jinên ciwan ditirse. Bo vê yekê polîtîkayên herî tund li ser jinên ciwan dimeşîne. Pergala kapîtalîst a ku çavkaniya xwe ji hişmendiya baviksalariyê werdigire baş dizane ku kolekirina jineke ciwan di heman demê de tê wateya kolekirina civakê. Eger di civakekê de jin û ciwan azad bifikirin, xwedî fikreke demokratîk bin civakê bi pêş bixin, ti caran ketina wê civakê ne pêkan e. Ji ber ku jin û ciwan ruhê komuna demokratîk ên civakê ne. Ji bo siberoja civakê rola pêşengiyê herî zêde dikeve ser milê jinên ciwan.

Li ser jinên ciwan polîtîkayên şerê taybet ên cur bi cur tên meşandin. Taybetî jî li ser medyaya dîjîtal bi awayekî rêxistinkirî jinên ciwan tên hedefgirtin. Jiyaneke ne li gor wan didin pêşiya wan, dîroka wan a têkoşînê tê dizîn, bi çanda wan a xwedawendiyê tê lîstin. Hişmendiyeke ku tê de jin tê kuştin, tê kolekirin ava dikin. Di heman demê de di nav malbatê de jî polîtîkayeke taybet li hemberî jinên ciwan tê meşandin. Bi vî awayî jin ji çanda xwe dûr dikeve, rêxistinbûna xwe wenda dike, bi tundûtujiyê re rû bi rû dimîne. Pergala baviksalarî bi vî awayî hişmendiya xwe li ser jinan ferz dike û komunên ku li dora jinan hatine avakirin têk birine.

Em mînakên hişmendiya baviksalar îro bi her awayî dibînin û dijîn. Jina ciwan ku a bi navê Rojîn Kabaîş bi hişmendiya devletê hat kuştin. Dîsa du jinên ciwan ên bi navên Îkbal Uzuner û Ayşenur Halil li Stenbolê bi awayekî hovane bi destê mêran hatin kuştin. Ji van mînakan tê fêmkirin ku hişmendiya baviksalar pergala xwe li ser kuştina jinan û taybet jî jinên ciwan daye meşandin. 

Têkoşîna jinên ciwan a li hemberî pergala baviksalar nîşan da ku, tekoşîna jinên ciwan a rêxistinkirî li ber xwe bide û ji civaka demokratîk re pêşengiyê dike, komunên xwe li ser fikra Amargî ava dike, têkoşîna xwe mezin dike.