Abdullah Ocalan: Ew kevirekî bingehîn ê dîwarê Rojava bû

Abdullah Ocalan li ser koça dawî ya siyasetmedarê kurd Salih Muslîm peyameke sersaxiyê weşand. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji Îmraliyê de destnîşan kir ku ew ê Muslîm wekî stêrka nemir a têkoşînê bimîne û şehadeta wî dê gelan xurtir bike

1 deqe xwendin
Abdullah Ocalan: Ew kevirekî bingehîn ê dîwarê Rojava bû

Piştî ragihandina koça dawî ya siyasetmedarê kurd Salih Muslîm, Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê peyameke bîranînê parve kir. Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser hevrêtî, têkoşîn û jiyana Salih Muslîm a ku ji bo xwişk û biratiya gelan feda kiribû û ew wekî welatparêzekî rastîn pênase kir.

Peyama Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:

“Dema ku Heval Salih Muslîm koça vê dinyayê dike

Min xebera koça dawî ya hevrêyê xwe yê hêja Salih Muslîm êvarê bihîst. Min heta sibê ew û têkoşîna wî yad kir. Bêguman, ji bo kur, xizm û hemû hevalên wî, ew êdî nemir e. Wî hêjayî gel û Welatê xwe jiyanek derbas kir û bû nemir.

Ew welatparêzekî rastîn ê axa Sûriyeyê bû. Ew bi kurdan re dibû kurdekî temam; bi Ereban re dibû hevalekî jêneger; bi tirkan re dibû birayekî heq. Wî asûrî, ermenî, çerkes jî tê de bi her etnîsîte, ol û mezheban re avakirina têgihîştineke mirovane ya bêkêmasî, kir beşeke girîng ji jiyana xwe.

Ew kevirek bingehîn ê dîwarê Rojava bû ku ez her tim pê bawer bûm û ew ê her û daîm wisa bimîne.

Ez wî wekî cêwiyê Sirri Sureyya dibînim ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji nav me bar kir. Ew ê li ser vê bingehê, wek stêrka nemir a têkoşîn û aştiya me bimîne.

Şehadeta Salih Muslîm ne wendahiyek e. Berevajî vê, ew ê heta hetayê gelê xwe, hemû gelan, netewe, dost û hevrêyên me wekî hêzeke heqîqî xurt bike.

Abdullah OCALAN

12 Adar 2026

Îmralî”