3 kes li Hewlerê di êrişa Îranê de hatin kuştin

Rejîma Îranê bi moşekan êrişî kampa Cejnekan û Alan a sînorê Hewlêrê kir. Di êrîşê de 2 jinên pêşmerge û zarokek hatin kuştin.

1 deqe xwendin
3 kes li Hewlerê di êrişa Îranê de hatin kuştin

Li gorî nûçeya Rojnewsê rejîma Îranê berî çend kêliyan bi moşekan êrişî deverekê li sînorê Balîsan û Behrikê ya Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê kir. Êriş li dijî Kampa Cejnekan a Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îranê ya nêzîkî Behrikê ya Hewlêrê pêk hat. Di êrîşê de zarokê bi navê Şahîn Azerberzîn jiyana xwe ji dest da û bavê wî jî birîndar bû.

Rejîma Îranê Kampa Alan a ser bi Balîsan bombebaran kir. Di encamê de 2 jinên pêşmerge bi navê Neda Mîrî û Semîra Elayarî jiyana xwe ji dest dan. Hinek din pêşmerge jî birîndar bûn.