Zinar bi ser rê de hilweşiya
Zinarê li ser rêya navçeya Şemzînan û Rûbarêkê ya Colemêrgê hilweşiya û rê li trafîkê hate girtin.

Zinarê li ser rêya bejahî ya navçeya Şemzînan û Rûbarokê ya Colemêrgê hilweşiya. Li ser rêya ku 25 kîlometre dûrî navçeya Şemzînanê ye, zinar bi ser rê de hilweşiya. Ji ber zinar bi ser rêde hilweşiya, rê li trafîkê hat girtin. Piştî rê hat girtin, gelek wesayîtên ku dixwazin derbas bibin nikarin derbas bibin.
Gelek welatiyên ku ji serê sibê ketine rê li bendê ne ku rê were vekirin. Gelek welatî neçar man û ber aliyê hatine ve vegeriyan. Rê li benda vekirinê ye û girtina rê ji aliyê tenduristî, aborî û veguheztinê ve dibe sedema pirsgirêkan.
Rêya Colemêrg û Wanê mehek e girtî ye
Li aliyê din rêya Colemêrg û Wanê ku di 11ê Nîsanê de hezaz lê çêbûbû, nêzî mehekê ye girtî ye. Hatin û çûyîna bajêr di bin venêrîneke bikontrol de derbas dibe û welatî gelek mexdûr in. Ji bo vekirina rê an jî alternatîfeke rê jî hewldanên heyî kêm dimînin.


