Zimanek çawa nayê parastin

Krîza bingehîn ya li dora kurdîyê ew e ku berpirsî hertim dikeve stûyê kesekê din. “Divê Ewropa vî karî bike.” “Divê şaredarî vî karî bikin.” “Divê sîyaset vî karî bike.” “Divê dewlet vî karî bike.” “Divê dayik vî karî bikin.” ... Hevok diguherin, lê kirdeya lêkerê her dem kesekê din e. Her kes ji her kesî ra dibêje “divê bike”; her kes di derbarê wî tiştî da ku divê yê dîtir bike, gotinên qelew dike; lê tu kes xwe nade ber ku hevoka “Ez ewqasê vî karî dikim” saz bike.

1 deqe xwendin
Zimanek çawa nayê parastin

Tekoşîn Tolhildan

15ê Gulanê, ji cejnekê bêhtir neynikek e. Rûyê ku ev neynik nîşanî me dide, gelek caran ji rûyê ku dîrokê danîye ber me, bêhtir mirov aciz dike. Ji ber ku ev neynik ne derve lê hundir; ne yê ku qedexe dike lê yê ku xwedîtîyê dike nîşan dide. Bi sedsalan, kurdî merûzî polîtîkayên sîstematîk ên înkar, qedexe û asîmîlasyonê maye û tiştekê xweş e ku mirov pîroz bike ku ew hîn jî li ser pêyan e. Lê divê mirov li cîhekê vê pîrozbahîyê bisekine û bipirse: Kesên ku dibêjin em vî zimanî diparêzin, çiqas ked didinê? Zimanek, bi qasî ku bi destê qedexekeran -carinan jî bêhtir- bi destê wan kesan tê kuştin ku dibêjin em ji vî zimanî hez dikin lê keda xwe jê kêm dihêlin. Qedexe li dor zimanî dîwaran lêdike, îhmal jî hundirê wî vala dike. Bi wesîleya 15ê Gulanê, ka werin em berê neynikê bidin xwe.

Em pirsa “Zimanek çawa nayê parastin?” dipirsin da ku ecêbîyeka li dora zimanî nîşan bidin. Lewra di meseleya kurdî da gotin pir in, tevger kêm in; teşhîs pir in, tedawî kêm in; reçete pir in, nobeta li ber serê nexweş kêm e. Zimanek bi dirûşman, peyamên bîranînê, parvekirinên medyaya dîjîtal û dengê gur yê ku ji kursîyê bilind dibe nayê parastin. Hûn bi zimanekî neaxivin, hînî zarokan nekin, pirtûka wî nexwînin, li ferhenga wî nenêrin, wext ji rêzimana wî ra veneqetînin, piştgirîya kedkarên wî nekin û dezgehên wî  li ser pêyan nehêlin hûn nikarin zimanekî biparêzin. Yanî hûn li ser zimanekî biaxivin hûn dê wî neparêzin, hewce ye ku hûn di wî zimanî da, di hundirê wî zimanî da bijîn.

Gotineka pêşîyan heye: “Ez axa tu axa, kî pez bibe nav baxa?” Ev gotin, belkî dîmena herî zelal e ku tiştê hatîye serê kurdîyê nîşan dide. Îro li dora kurdîyê her kes axa ye. Gotineka qelew ya her kesî heye ku bike, hesasîyeteka her kesî heye ku bi lêv bike, bîranîneka wî heye ku di dilê wî da cih digire, nasnameyeka wî heye ku biparêze. Rewşenbîr diaxivin, sîyasetmedar daxuyanîyan didin, hunermend silavan dişînin, sazî danezanan belav dikin, medyaya dîjîtal bi qasî rojekê bi sernavên bi kurdî geş dibe, dêbav xwe li pişt hevoka “min dixwast ku zarokên min hîn bibin lê…” vedişêrin. Nûnerên zimanî pir in, xwedîyên wî pir in, piştevanên wî pir in; lêbelê ji bo wê keda adetî, ya ne li ber çavan û bêçepik tu kes nemaye ku pez bibe nav baxa, gîya jê ra biçine, axurê wî paqij bike, di nexweşîyê da li ber serê wî be.

Bêguman neheqî ye mirov vê krîzê bi tenê ji hundir ve bixwîne. Girantirîn zext û fişarên dîrokî yên ku dikarin werin serê zimanekî, hatin serê kurdîyê. Ew hat qedexekirin, ji ber derîyê dibistanan hat qewirandin, di dadgehê da wergêr jê ra hat xwastin, ji ber ku bi zimanê dayîka xwe axivîn, zarokan lêdan xwar, tîpên wî bi sûcî hatin qebûlkirin. Şopên vê înkarê, îro hîn jî di zimanê, lalûteyîya, şerm û reva nifşan da dixuyin. Divê tu mihasebeya hundirîn, vê rastîyê nenixumîne. Lê her ji ber vê rastîyê, parastineka zimanî ya ku bi tenê derve sûcdar dike, kêm dimîne. Lewra, kêlîya ku qedexe hinekî sist bibe, dadgeh ji zimanî fam bike, derîyê dibistanan hinekî vebe, tiştê ku dê li navê bimîne ew e ku me çiqas ked daye vî zimanî. Zexta li derve me dike mafdar; îhmala li hundir me dike berpirs.

Krîza bingehîn ya li dora kurdîyê ew e ku berpirsî hertim dikeve stûyê kesekê din. “Divê Ewropa vî karî bike.” “Divê şaredarî vî karî bikin.” “Divê sîyaset vî karî bike.” “Divê dewlet vî karî bike.” “Divê ciwan vî karî bikin.” “Divê weşanxane vî karî bikin.” “Divê rewşenbîr vî karî bikin.” “Divê dayik vî karî bikin.” Hevok diguherin, lê kirdeya lêkerê her dem kesekê din e. Her kes ji her kesî ra dibêje “divê bike”; her kes di derbarê wî tiştî da ku divê yê dîtir bike, gotinên qelew dike; lê tu kes xwe nade ber ku hevoka “Ez ewqasê vî karî dikim” saz bike. Westana hilgirtina barê ser mil, hertim ji çirûska axaftina li ser dikê kêmtir balê dikişîne. Lê belê zimanek, ne li ser sehneyê, bi xebata nava jîyanê xurt û gewre dibe. Dîroka zimanekî, ne emaneta wan kesan e ku li ser navê wî, bi dengê herî bilind diaxivin; emaneta wan kesan e ku ji bo wî wextekê dûdirêj bi bêdengî û îsrar dixebitin. Yên ku zimanekî rizgar dikin, piranîya caran ew kedkar in ku nav û dengê wan nehatîye bihîstin û qeyda mesaîya xwe nagirin.

Dengê herî bilind yê vê hewalekirina berpirsîyê, ji wan kesan bilind dibe ku ji xwe ra dibêjin “rewşenbîrê kurd”. Ji ber ku hilberînerê herî qelebalix yê hevoka “divê bike”, ev girseya berdevk ya kursîyan, panelan, quncikên rojnameyan û medyaya dîjîtal e. Ev girse, teorîya zimanî dinivîse, sosyolojîya wî analîz dike, lîsteya tiştên hewce rêz dike, îhmalên kesên din dihejmêre; lê gava ku dor tê ser birêxistinkirina pratîk ya zimanî -keda ji bo zimanî ya acizker, bêçepik û nayê dîtin- rola ker û lalan dilîze. Hevokek dê bi kîjan zaravayî were nivîsîn, peyvek dê bi kîjan tîpê dest pê bike, rastnivîsîna rast kîjan e… di vî warî da bi rojan û hefteyan şerên dirêj dike lê di encama wan rojan da pirtûkeka zarokan nayê wergerandin, kursek nayê sazkirin. Bahozên ku ji bo du peyvan radibin, rastîya ku bi deh hezaran rûpel nehatina wergerandin vedişêre. Êdî zehmet e ku mirov jidil ji vê ra bibêje “hesasîyeta rewşenbîran”; navê vê yekê, meydaneka konforê ye ku bi peyvan hatîye avakirin û raxistin. Gotin, ji keda herî biha her dem erzantir e; û ev derdor, li sûka zimanî, bi salan e, pereyê herî erzan, bi wîrewîra herî bilind digerîne.

Navekê zelal yê vê rewşê heye: Minafiqî. Di exlaqê îslamê da minafiq, ew kes e ku wekî bawermendan dixuye lê ne bawermend e; yê ku bi devê xwe dibêje lê bi dil û destê xwe înkar dike; di nav civakê da dîndar e, gava tenê dimîne xemsar e. Ne problem e ku mirov vê têgehê, ji bo qada zimanî bi emanetî bistîne; lewra li dora kurdîyê, rejîmeka axaftinê ya bi minafiqî ava bûye. Ev, navê wê birînê ye ku ne ji zexta dîrokî, lêbelê ji nakokî û hevnegirîya dildarên wî zimanî peyda dibe. Ji ber ku pênasekirina zextekê hêsan e, lê pênasekirina nakokî û hevnegirîya kes bixwe, mirov li ber neynikê dide rûniştandin -û piranîya rewşenbîran ji rûniştina li ber wê neynikê direvin. Nêrîna li neynikê, ji rexnekirina ‘yê dîtir’ hertim bihatir e.

Heman helwest, di asta sîyasî da vediguhere keysperestîyê. Kurdî, van salên dawî, rojbiroj dikeve asta rozeteka nasnameyê, hêmaneka sermayeya çandî û firsendeka polîtîk. Ew dibe xemla vîtrîna sîyasî, rûyê birqok yê sermayeya çandî, destpêka hestyar ya destpêkên civînan. Dibe tiştekê wisa ku mirov dikare bêyî ku pê bizane jê hez bike, bêyî ku bi kar bînê wî biparêze, bêyî ku fêr bibe li ser navê wî biaxive. Ev şêweyê bikaranînê, ne hesabê qencîya zimanî, lê berjewendîyên xuyana zimanî dike. Xuyan erzan e, ziman biha ye. Xuyan di êvarekê da bi dest dikeve, ziman di emrekî da tê bidestxistin. Û ziman, ne bi dîmen û xuyanan lê bi jîyana rojane têr dibin. Zimanê di vîtrînê da, mîna nanê refê ye, xweşik e lê tu kesî têr nake.

Li hember vê dîmena bi giştî, qelebalixeka biçûk dixebite ku xwe wekî kirdeya lêkerê dibîne. Taybetmendîya pardar ya van mirovan ew e ku hevoka “divê were kirin” veguhastine “ez dikim”ê. Û bedêla vê veguhastinê piranîya caran tenêtî ye; piranîya caran westandineka bêçepik û nayê dîtin e. Tehb û westabûna wan, ne tiştekê wisa ye ku bi coşa peyamên cejnê were telafîkirin. Heqareta herî bêdeng ya ku dikare li kedkarekê zimanî were kirin ew e ku mirov salekê sax navê wî bi lêv neke û sibeha 15ê Gulanê rabe bibêje em bi keda wî serbilind in. Eger kurdî îro li ser pêyan be, bi piranî bi saya tenêtîya van kedkarên bêdeng e. 

Ziman, ne li kursîyê lê li mitbexê dijî; ne di abîdeyan da lê di hevoka yekem ku bi zarokekî ra tê sazkirin. Ne di daxuyanîyê da lê di tona silava kolanê da. Ne di parvekirina medyaya dîjîtal da lê di wê çîrokê da ku dapîrek ji nevîyê xwe ra dibêje. Ji ber vê yekê dahatîya kurdîyê, ne di hişkbûna wan gotinan da ye ku ji bo wî tên kirin lêbelê di adetîbûna wan gotinan da veşartî ye ku di hundirê wî da tên kirin. Zimanek bi tenê gava ku bibe rojane dijî; gava ku eydane bimîne, nêzî muzeyê dibe. Hurmeta zimanê li muzeyê heye, jîyana wî tune ye. Û divê mirov ji bîr neke: Li mitbexê jî, li kolanê jî, di hevoka yekem da ku bi zarokekî ra tê avakirin jî, di awaza çîrokê da jî, kirdeya lêkerê em bixwe ne. Yek ji van jî, bi hevoka “divê were kirin” ava nabe; hemû bi hevoka “ez dikim”ê ava dibin.

Wê hingê divê mirov teqez pirsa “Em çiqas ked didin?” li kêleka pirsa “Kurdî çima bi pêş ve naçe?” bi cih bikin: Ev pirsa duyem, ya yekem pûç nake; wê temam dike. Mafdarîyê, di dîrokê da, bi tena serê xwe têra rizgarkirina zimanekî nekirîye; berpirsîyê têrê kirîye. Û berpirsî, di serî da di stûyê wan kesan da ye ku bi dengê herî bilind diaxivin -yanî rasterast rewşenbîran, hunermendan, akademîsyenan, sîyasetmedaran, rojnamegeran; ango her kesê ku vê metnê dixwîne, dibêje “metin rast dibêje” û piştra rûpel digire û ji cihê xwe nalive. Ji ber ku mesafeya di navbera erêkirin û pesendkirina tezekê û pêkanîna hewceyîyên wê tezê da, mesafeya di navbera jîyan û mirina zimanekî da ye.

Hûn zimanekî bikin leheng hûn dê wî neparêzin, hûn wîrewîra xwedîtîlêkirinê kêm bikin û bêdengîya kedê zêde bikin hûn dê wî biparêzin. Bi gotineka zelaltir: Divê mirov kirdeya lêkerê biguhere. Divê yê ku dibêje “bila yek bike” carekê bibêje “ez dikim”; divê yê ku dibêje “divê bi wî awayî be” carekê bibêje “ez bi vî awayî hildiberînim”; divê yê ku dibêje “divê ev were wergerandin” êvarekê rûne û rûpelek metin wergerîne. Divê ew kesên ku ji xwe ra dibêjin “rewşenbîrê kurd” wê tiralîya mezin ji ser xwe biavêjin ku bi salan e li pişt peyvan vedişêrin... Ev ne pêwendîyeka romantîk e lê karbeşîyeka wijdanî ye. Û tu karbeşî, bi qelebalixeka wisa nemeşîyaye ku bi tenê ji “yên gotinan dikin” pêk hatîye.

15ê Gulanê belkî ji bo ku vê yekê bîne bîra me heye: Eger ji nav dildarên wî, kesekê ku pez bibe baxan dernekeve, zimanek tune dibe. Û tu ziman, di axurekê wisa da sax namîne ku bi tenê axa lê hene. Eger di vê cejna zimanî da sedemek hebe ku divê em ji ber xwe fedî bikin; ev, ne ew zexta bi sedsalan e ku li ser me ye; di gel wê zextê jî, ew rastî ye ku em hîn jî çend saetên xwe yên mayî jî nadin vî zimanî. Bi tenê pirsek dimîne û mirov nikare bi gotina “kesekê din” ji bersiva wê bireve: Gelo ez dikarim bibêjim, ez ewqasê vî karî dikim?