Zilimkar her mirarên dîrokê ne, mafdar gel e

Di vî şerê Îran û DYAyê de çîrûskeke hêvîbar ronahiyê dide. Bi yekîtiya hêzên kurdan ên li Rojhilat re, sekn û helwesta 'rêya sêyemîn' ango aliyê civakê hat ragihandin.

1 deqe xwendin
Zilimkar her mirarên dîrokê ne, mafdar gel e

Dîrok piranî bi pênûsên serdestan hatibin nivîsîn jî, di rûpelên dîroka rasteqînî de mafdar û xedar her tim ji hev hatina cudakirin. Gelekan di demê xwe de heta mirov dikare bêje demekê piştî wan jî weke hêzdar û mafdar hatine nivîsandin. Ji ber bandora wan a li ser civakê û bi vê bandorê manûplekirina binhişê civakê, gelek ji wan weke qehremanên civakê jî hatine dîtin. Di dîrokê de mînakên piştevaniya civakê ya ji bo Fîrewnên Misrê û Hîtlerê faşîst gelek balkêş in. Civaka ji ber nebûna xwarin û vexwerinê yan jî ewlekariyê xwe spartî Fîrewnan, ji aliyê Fîrewnan ve bi dildarî weke xulam hatine bikaranîn û bi wan pîramîdên îro em dizanin ava kirine. Heta gelek zanayan ev awayê rêveberiyê weke 'Sosyalîzma Fîrewnan' jî bi nav kirine. Herwisa ji ber gefên mirinê û bi manûplasyona nijada pîroz, civaka Cermen piştevaniyeke xurt daye hoveke weke Hîtler. Lê bi herka dîrokê re, bi pêşketina hiş û derfetên jiyanê re îro tişta hatî kirin weke zilmeke herî mezin tê binavkirin.

Roja me ya îro jî di astên cuda de ev awayê zilmkariyê tê meşandin. Derfetên manûplekirina civakê ji ber pêşketina teknolojiyê hîn hêsantir bûye. Bi ol, aborî, nijadperestî û hwd. civak tê manûpilekirin û piştevanî ji zilmkariyê re tê kirin. Di van rojên DYA bi zilimkarî êrişî Îranê dike de em dibînin hin îranî bi hişmendiya 'zilimkar jî be bila yê me be' dîsa piştevaniya desthilatdariya zilimkar a Îranê dike. Helbet DYA zilimkareke hov e û ya dike dagirkerî ye, lê tişta desthilatdariya Îranê li gelên Îranê dayî û dide jiyankirin jî ne kêmî zilimkariya hegomanan e. Bi manûplasyona hatiye meşandin, civak di nava bijartekên herdu jî zilimkar de hatiye dîlgirtin. Piraniya civakê rêya xwebûnê nahizire û xwe weke hêza sereke nabîne. Lewra bivê nevê piştevanî yan jî sempatizaniya zilimkarekê dike. Hişmendiya civakê ji aliyên hêzên serdest ve bi rêbazên perwerde û propagandayê hatiye manûplekirin û civakbûn hatiye tunekirin. Civak bedelên vê bêalternatîfiyê di şerê navbera serdestan de ji wan zêdetir dide. Heralî civak ji wan zêdetir xusarê dibîne û windahî çêdibin.

Di vî şerê Îran û DYAyê de çîrûskeke hêvîbar ronahiyê dide. Bi yekîtiya hêzên kurdan ên li Rojhilat re, sekn û helwesta 'rêya sêyemîn' ango aliyê civakê hat ragihandin. Herçiqas ev helwest ji aliyê yên mejiyên wan weke viyana desthilatdaran ve hatî raçandin ve bi çêr û dijûnan bê pêşwazîkirin jî, daneyên ji dîrokê hatî dotin vê seknê rast dide xûyakirin.

Di zikê mirar, ê zilimkarên di rûpelên dîrokê yên reş de bê nivîsîn de, li nav kelexê wî yê genî de zarokeke pak a zilimkar xwarî heye. Ger berî hemû laş birize bijîşkên şareza, dest bavêjin vê zayînê, dê ew zaroka paka di nav zikê mirar de bi paqijî bê rizgarkirin û ew zarokê bibe hêviya pêşeroja azad ji gelan re. Gelê Arî (kurd û fars) xizmên hev in. Ger rê nedin ew zarok di nav kelexê rizî de bimîne, dê roj ji Rojhilat derkeve û şewqa xwe bide heralî.

Ji bo hemû gelên di bin zilm û kûtekî ya Iranê dijî mizgîniya xêrê hat û hovên olperest sekitîn. Lê em dizanin yên ew mirar kirîn ne kêmî wan miraran hov û har in. Armanca yeke ji wan jî ne azadiya gelan e. Her yekî li gorî berjewendiyê xwe dixwaze desrhilatdarî û dewlemendiyên gelan di destê wan de be. Ne xema wan e, gel birçiye an di bimbebaranê de hatiye kuştin.

Heta niha armanca êrişên li Îranê ne weke şereke dirêj û dagirkirinê xûya dike, ya xûya dike dê desthilatdariyê li gorî dilên xwe biguherin û rêveberiyeke hevsarê wê di destê wan de ava bikin û bi vî awayî mêtingeriya xwe bimeşînin. Serboriya Rojava vê dide xûyakirin. Di vir de ger gelên Îranê rêkûpêk bin dê hêza diyarker civak be. Ger ne wisa be, dê peymaneke li gorî zordar û xwînmijan bê destnîşankirin û civakê dîsa bê pelixandin. Ango ji bo civakê guhertineke mezin çênabe.

Ev şerên diqewimin dide nîşandan ku tifaq çiqas diyarker e. Tifaqa li ser armancên şaş û qirêj jî be serketinê tîne. Êca em bihizirin, li ser armancên herî pîroz tifaq avakirin û ji ber wan armanca bi tifaqî şerkirin dê çiqas xweş û armancgir be.

Bi hêvî û xwedî bawerî me kurdên/partiyên Rojhilat plan dîtin û neketin xefka radîkaliyê. Bi boneya amadekariya vê pêvajoyê, hevgirtina kurdan gelek bi nirx û watedar e. Ev tifaqa hatiye avakirin gelek hêja û berketî ye. Ev dikare ji bo hemû tifaqên pêş de bibe find û rênîşander.

Aqûbet li kongreya neteweyî û tifaqa giştî.