Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes ji bo aştiyê dakevin qadan

Zekî Bayhan ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re girtî ye, di beşa yekemîn a hevpeyvîna xwe ya rojnameya Yenî Yaşamê de, geşedanên dawî yên pêvajoyê bi berfirehî nirxandin. Bayhan bal kişand ser polîtîkayên ‘mijûlkirinê’ yên desthilatdariyê, kêmasiyên siyaseta qadê, fikarên civakî û rola dîrokî ya gel a di misogerkirina aştiyê de.

1 deqe xwendin
Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes ji bo aştiyê dakevin qadan

Rojnameya Yenî Yaşamê beşa yekemîn a hevpeyvîna xwe ya bi Zekî Bayhan re ku li Girtîgeha Îmraliyê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, weşand. Bayhan di hevpeyvînê de xitimîna di pêvajoyê de, lîstikên desthilatdariyê, rola gel a di pêvajoya aştiyê de û nîqaşên li ser bawerî û opozîsyonê bi awayekî kûr dahûrandin. Bayhan derbarê gelek mijaran de nêrînên Abdullah Ocalan destnîşan kirin û duharandindên berfireh ji rojnameyê re anîn ziman.

‘Gavên Rêber Apo û polîtîkaya sarkirinê ya AKPê’

Bayhan destnîşan kir ku gava mirov li pêvajoyê dinêre nabe mirov bibêje dewletê tu tiştek nekiriye, lê belê xebatên dewletê hîn nediyar in û xitimînek heye. Bayhan bilêv kir ku li hemberî gavên dîrokî yên Rêber Apo, tu polîtîkayeke hikumeta AKPê ya ku pêşiya çareseriyê vebike nîne û wiha got: “Rêber Apo ji bo ku pêşiya pêvajoyê vebike û pêvajo bi lez bibe, gavên ku tu kes newêre xeyal jî bike diavêje. Ev gav rojeveke mezin û kelecanê diafirînin. Lê gava dor tê ser dewletê, bê ka dê çi gavê bavêje, AKP bi bikaranîna hêza xwe ya desthilatdarî û medyayê van gavan pêşî sar dike, piştre jî ji rojevê dixe. Di mijara vekişîna hêzên çekdar de jî heman taktîk hat meşandin. Pêşîniya vê desthilatdariyê mayîna li ser kursiyê ye, pêşîniya Bahçelî jî bekaya dewletê ye.”

‘Armanca wan a bingehîn belavkirina rêxistinbûna Kurdan e’

Li ser pirsa “Gelo çareseriya pirsgirêka Kurd zirarê dide desthilatdariyê?” Bayhan wiha bersiv da: “Nexêr zirarê nade, lê wekî ku tirsên wan ên wiha hene. Lê divê neyê jibîrkirin ku armanca sereke ya desthilatdariyê îro ew e ku rêxistinbûna civakî û ya gelê Kurd belav bike. Tê xwestin ku der barê pêvajoyê de bêhêvîtî û guman werin kûrkirin. Îro nêrîneke wekî ‘Em ji Rêber Apo bawer dikin lê dewlet nêzî çareseriyê nabe’ tê afirandin. Rêber Apo bi xwe çawa ji dewletê bawer dike? Mesele ne bawerkirin an nebawerkirin e. Ev lîstikeke metirsîdar e.”

‘Divê em bi mîtîngên milyonan aştiyê ferz bikin’

Bayhan da zanîn ku gelê Kurd di bêbaweriya xwe ya li hemberî dewletê de mafdar e, lê divê ev yek nebe sedema seknekê. Bayhan di vê xalê de rexne li pêşengiya siyasî ya li qadê girtin û wiha axivî: “Pirsgirêk ne di gel de ye, pirsgirêk di xwendina pêvajoyê ya pêşengiya polîtîk a li qadê de ye. Kîjan Kurd aştiyê naxwaze? Lê ev daxwaz li qadê venaguheze siyasetê. Di şûna ku em bibêjin ‘dewlet gavê navêje’, divê em dewletê bi rêyên demokratîk neçarî çareseriyê bikin. Mînak, gel dikare bi mîtîngên sedhezaran, milyonan kesan xwedî li pêvajoya aştiyê derkeve. Ji van çalakiyan însiyatîfên aştiyê dikarin werin avakirin ku di qada neteweyî û navneteweyî de dîplomasiyê bimeşînin. Hêza ku dê hikumetê bikişîne çareseriyê civak bi xwe ye.”

‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî pêk nayê’

Der barê nîqaşên “Pêşî demokrasî, piştre çareserî” de Bayhan diyar kir ku ev pênasekirin kêm dimîne û destnîşan kir ku rastiya berovajî wê xurtir e. Bayhan got: “Mirov dikare bibêje heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêka demokrasiyê çareser nabe. Ji ber ku bi dehan sal in îktîdar polîtîkayên xwe yên antî-demokratîk di ser pirsgirêka Kurd re rewa dikin. Helbet pirsgirêka demokrasî û pirsgirêka Kurd di nav hev de ne, lê gelê Kurd xwedî daxwazên taybet ên mîna mafên nasname, çand û ziman in jî.”

‘Kurd li vîzyonê dinêrin, êrişa li ser CHPê ji ber Kurdan e’

Li ser nîqaşên tifaqa gengaz a bi AKPê re, Bayhan anî ziman ku Kurd di siyasetê de ne li navan, li vîzyona siyasî dinêrin û wiha dewam kir: “Heke îro Erdogan dest ji sîstema serokkomariyê berde, gavên demokratîk bavêje û rêveberiyên herêmî xurt bike, çima Kurd û demokrat dengê xwe nedinê? Lê Rêber Apo ev pêvajo ne ji ber baweriya bi desthilatdariyê, lê ji ber baweriya bi hêza rêxistinkirî ya Tevgera Azadiyê û xwendina konjonkturê da destpêkirin.” Der barê êrişên desthilatdariyê yên li ser CHP’ê û Ekrem Îmamoglû de jî Bayhan diyar kir ku ev yek rasterast bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Bayhan destnîşan kir ku hewldana Ozgur Ozel û Ekrem Îmamoglû ya ji bo şikandina siyaseta ‘dij-Kurd’, derdorên desthilatdar û neteweperest tirsandiye û ji ber vê yekê beriya ku CHP di nava xwe de vê yekê bipejirîne, ew rastî êrişan hatin.

‘Di paradîgmaya me de tu tişt li dijî Elewiyan nabe’

Li ser fikarên Elewî û baweriyên din ên têkildarî nîqaşên “Sîwana Îslamê”, Bayhan diyar kir ku fikarên wan mafdar in û ji ber tecrubeyên bi êş ên dîrokî ne. Bayhan anî ziman ku teqez divê herkes bizanibe ku di modela Neteweya Demokratîk a Rêber Apo de wekheviya hemû baweriyan esas e û wiha pêde çû: “Tevgera Azadiya Kurdistanê tu carî destur nade polîtîkayên dijberî baweriyan û nabe perçeyek van polîtîkayan. Heke Kurd têkevin nava tevgereke ku li dijî Elewiyan an baweriyek din, ev înkarkirina xwe bi xwe ye. Em Îslamê di du xetan de dinirxînin; yek Îslama Muhemmedî ku civakî û hevpariyê diparêze û li dijî neheqiyê ye. Ya din Îslama Muawiye ye ku dîn ji bo desthilatdariyê îstîsmar dike. Em hurmetê didin baweriyên civakî.”

‘Heke Tirkiye fersendê nenirxîne, Kurd dê li rêyên nû bigerin’

Zekî Bayhan di dawiya nirxandinên xwe de bersiv da pirsa daxwaza Tifaqa Tirkiyeyê û dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku bi van polîtîkayan Abdullah Ocalan dixwaze hem û gel bi herv re di nav aştî, aramî, wekhevî û azadiyê de bijîn. Bayhan hişyariyeke zelal da û wiha domand: “Kurd û Tirk gava bi hev re tevgeriyabin qezenc kirine, gava ji hev qut bûbin wenda kirine. Çareseriyeke azad, hem dikare Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn bike hêzeke pêşeng, hem jî Kurdan azad bike. Rêber Apo bi sebir li benda wê yekê ye ku ‘aqilekî dewletê yê rasyonel û stratejîk’ li Tirkiyeyê serdest bibe. Lê eger Tirkiye vê îtifaqê dervayî xwe bihêle û gavan navêje, polîtîka valahiyê qebûl nake. Wê demê ketina Kurdan a nava lêgerînên nû neçarî ye. Gava wisa bibe jî, tu mafê kesî namîne ku bibêje hûn çima bi wan re tifaqê dikin.”

Di roportaja berfireh a bi Yenî Yaşamê re dê sibê jî berdewam bike.

Çavkanî : Yenî Yaşam