YRJê li ser Roja Rojnamegeriya kurdî semînerek da
YRJê ji bo Roja Rojnamegeriya Kurdî li ser “Dîroka ragihandina Kurd” û “Zimanê nefretê” semînerek da.

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî li ser “Dîroka ragihandina Kurd” û “Zimanê nefretê” semînerek da. Semîner li Akademiya Perwerdê ya Qamişloyê hat dayîn. Di holê de wêneyên rojnamegerên şehîd Dilîşan Îbîş, Mihemed Reşo, Hogir Mihemed, Wedat Erdemcî, Dilovan Gever, Rizgar Denîz, Saed Ehmed û Cîhan Bilgîn hatin daliqandin. Endamên YRJ û saziyên ragihandinê yên li Rojava tev li semînerê bûn.
Semîner bi kêliyek rêzgirtin ji giyanê şehîdan dest pê kirin û ji aliyê Berdevka YRJê Emel Mihemed û endama YRJ’ê û rojnameger Evîn Yusif ve hat dayîn.
Emel Mihemed kurtedîroka ragihandina Kurdî vegot û wiha axivî: “Eger dîroka gelekî û jinekê bi destê hinekên din were nivîsîn dê rast neyê nivîsîn. Dema ku dagirker dîroka min binivîse, wê rastiyê neyîne ziman. Ev pênûsa ku 1898an dest pê kir û bi navê Kurdistan xebat meşand pir girîng e û heta niha em li ser wê mîrasê dimeşin. Bi dehan kesan lehengî kirin ku yek gotinek Kurdan binivîsin, erkekî giran rakirin û heta niha xebat dimeşe. Niha li Bakur bi dehan rojnameger di girtîgehê de ne, ji ber rastiya gelê Kurd tînin ziman zehmetiyan dijîn. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo rastiya gelê Kurd bînin ziman rastî girtin, darvekirin û astnegiyan tên. Li Rojava bi dehan kesan jiyana xwe ji bo dengê Şoreşê bigihînin canê xwe dan. Jinên rojnameger jî di vê têkoşînê de kedek mezin da. Îro li Rojavayê Kurdistanê piraniya rojnamegeran jin in.”
Evîn Yusif jî li ser zimanê nefretê û bandorê wê li ser ragihandinê axivî.
Evîn Yusif bi xêrhatina mêvanan kir. Evîn diyar kir ku gotara nefretê, netewperestî û zayendperestî di nava civakê de bandorek neyînî dike û wiha got: “Me di êrişên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ev xibata nefretê derket. Encama wê de gelek kes şehîd ket, gelek kesan zehmetî kişandin. Sedema vê jî tevahî gotara kînê bû. Ev bi olperestî ku mînaka wê li Peravên Sûriyeyê û Siwêydayê pêş ket. Berê xwe dan jinan û êriş kirin. Ev xîtab ne tiştek nû ye. Lê ev di xwezaya mirov de nîn e, vê ji dora xwe û malbata xwe digire. Ev jî ji aliyê desthilatan ve tê pêşxistin. Ji ber nêzîkatiya wan a yekparêz pêş dikeve. Li Sûriyeyê jî netewa Kurd rastî vê yekparêziyê hat. Ev li herçar parçeyê Kurdistanê pêk hat.”
Evîn Yusif der barê zimanê nefretê li hember jinê axivî û wiha domand: “Dema êriş çêdibin destpêkê jinê dikin armanc. Hem di aliyê fizîkî, aborî û derûnî de bandor li jinê dibe. Bi vê re ji ber jin zarok û civakê xwedî dike, bandor li ser zarokên wê jî dibe û hestê tolhildanê çêdibin. Di êrişên dawî de jî me di ragihandinên nêzî hikumeta demkî ya Şamê de dît ku çiqas gotara nefretê bi kar tîne. Her wiha bandora medyaya civakî pir mezin e, me dît ku tiştên di wir de hatin parvekirin bandorek mezin li gel kir. Ji ber hîna gel ne ewqas têgihiştiye û hîna di zarokatiyê de kîn di dilê wan de hatiye çandin, rewşên wisa derdikevin holê. Ya din jî aliyên li ser medya civakî serwer in ku di pişt wan de aliyên desthilatdar hene. Ji welatên derve ne. Ji bo ji holêrakirina van rewşan, qanûn, perwerdeyek demokratîk pêwîst e. Her wiha divê ragihandin di aliyê têgehên ku bikar tînin de hişyar be û ji bo rakirina vê rewşê kar bike.”
Piştî axaftina Evîn Yusif nîqaş hatin kirin. Di nîqaşan de hat ziman ku zimanê nefretê herî zêde li hember jinê tê bikaranîn, ji bo wê jî pêwîst e rojnamegerên jin li ser vê baldar bin, dar barê vê de perwerdeyan li dar bixin û lêkolîn bikin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, divê ew xwe bidin ber tevahî barê şoreşê, divê jin pênûsa xwe xurttir bikin. Ji bo çîroka her jinekê derbixin.
Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.


