YRD: Bayram Balci heta kêliya dawî li pey heqîqetê meşiya
YRDê diyar kir ku rojnamevan Bayram Balci tevî zext û êşkenceyê jî li pey heqîqetê meşiya û got: “Heta kêliya dawî li pey heqîqetê meşiya. Dest ji aşkerakirina rastiyê ji gel re, dilsoziya bi armancên hevrêyên xwe re û hezkirina azadiyê berneda.”

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) rojnamevan û helbestvan Bayram Balci yê jiyana xwe ji dest da, bi daxuyaniyekê bi bîr anî. YRDê destnîşan kir ku Balci sala 1991an di Rojnameya Yenî Ulke de dest bi rojnamevaniyê kir û tevî zextên giran, binçavkirin, êşkence û bi dehan girtinên rojnameyê jî li pey heqîqetê meşiya. YRDê diyar kir ku Balci bîra kevneşopiya çapemeniya azad e û ji bo perwerdekirina bi sedan rojnamevanan ked da. Di daxuyaniyê de soz hate dayîn ku wê têkoşîna heqîqetê were domandin û mîrateya Balci yê ku tevî nexweşiya xwe ya giran jî heta kêliya dawî rojnamevanî kir, zindî were hiştin.
Daxuyaniya YRDê bi vî rengî ye: “Hevalê me Bayram Balci 35 salan bênavber li pey heqîqetê meşiya. Sala 1991an bi Rojnameya Yenî Ulke re dest bi rojnamevaniyê kir. Sala 1991an di pêvajoyeke ku li Kurdistanê bûyerên faîl nediyar diqewimîn û gelek kes winda dibûn de, li buroya Rihayê gelek caran hate binçavkirin, êşkence lê hat kirin, di bin zextê de ma. Lê wî dest ji rojnamevaniyê neberda û ji sekna xwe tawîz neda.
Hevrêyê me Bayram Balci şahidî ji şehadeta bi dehan hevrêyên xwe yên mîna Cengîz Altun, Ferhat Tepe, Hafiz Akdemîr, Yahya Orhan, Huseyîn Denîz û Apê Musa re kir ku salên 1991-1992yan bi wan re xebitî. Êşa Nazim Babaoglû yê ku ji bo nûçeyê çûbû Sêweregê lê li wir hate revandin, ti carî ji bîr nekir. Di buroya Rihayê ya Yenî Ulke de bi Nazim Babaoglû re dixebitî. Li aliyekê ji bo aşkerakirina faîlên wan têkoşiya, li aliyê din ji bo azadiya gelê kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê rojnamegerî bi rengekî herî baş meşand.
Bi girtina Yenî Ulke re, piştî Ozgur Ulke sala 1992yan rojnameya Ozgur Gundem hate vekirin. Di vê rojnameyê de rojnamevanî dewam kir. Di salên ku li Tirkiyeyê rojnamevanî pir xeter de, hem bû mexdûr û hem jî bû şahidê girtina bi dehan rojnameyan. Ji bo domandina kevneşopiya Çapemeniya Azad israr kir. Di 54 rojnameyên ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin de, bênavber xebitî. Herî dawî ji ber ku li Tirkiyeyê derfetê rojnamevaniyê nema, li Ewropayê di Televîzyona Medya Haber de karê xwe dewam kir.
Di van salên xwe yên rojnamegeriyê de, tecrûbeyên rabirdûyê gihand roja me ya îro û bû bîra wê. Ji bo bi sedan kesên ku tev li çapemeniya azad bûne bibin rojnamevan, ked da. Hin caran tev li pêvajoyên perwerdeyê bû, hin caran jî li sahê bi wan re nûçegihanî kir, hin caran jî di edîtoryayê de ziraviya nûçegihantiyê fêrî wan kir. Lê herî zêde jî bû mamosteyê hevrêtiya komunal.
Demek dirêj ji ber nexweşiyeke giran tedawî didît, lê li aliyê din jî rojnamevanî kir. Heta kêliya dawî li pey heqîqetê meşiya. Dest ji aşkerakirina rastiyê ji gel re, dilsoziya bi armancên hevrêyên xwe re û hezkirina azadiyê berneda. Hevrêyê me Bayram li gel rojnamevaniyê, di heman deme de helbestvan jî bû. Êşên gelê xwe û hevrêyên xwe di helbestên xwe de vegot. Têkoşîna xwe ya 35 salan, mîna helbestekî jiya.
Qasî xemgîniya ji dest dana hevrêyê xwe, em di zanebûna berpirsyariya ku ji me re hiştî de ne. Di şexsê hevrêyê me Bayram Balci de em biryardariya xwe ya ji bo meşandina têkoşîna heqîqetê ya ku şehîdên me ji me re hiştiye û dilsoziya bi armancên wan re careke din dubare dikin. Di serî de malbata welatparêz û hêja ya hevrê Bayram Balci, bila serê gelê me û hemû kedkarên Çapemeniya Azad a Komunalîst sax be. Em ji bîr nakin, em ê ji bîr nekin.”


