YPJê û hikûmeta Şamê civiyan
Şandeyek ji rêveberiya YPJê ku bi armanca danûstandinan gihiştibû Şamê bi rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re civiya.

Şandeyek ji rêveberiya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bi armanca danûstandinan li Şamê bi rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re civiya. Di şandeyê de ji fermandarên payebilind ên YPJê Rohilat Efrîn û Sozdar Hacî cih digirin. Li gorî agahiyên hatin bi destxistin civîn wekî beşek ji hewldanên ji bo baştirkirina kanalên diyalog û hevrêziya di navbera her du aliyan de pêk tê.
Der barê rojeva hevdîtinan an asta temsîliyeta hikûmeta Sûriyeyê de agahiyên zelal nehatin girtin.
Çavkaniyê destnîşan kir ku tê payîn nîqaş li ser mijarên têkildarî ragihandin û hevrêziya potansiyel a di navbera aliyan de bin. Herwiha çav li rê ye ku YPJ der barê hevdîtinên xwe de agahdariyê bike, hûrgulî û encamên civînê aşkere bike.
Ligel hevdîtinan rageşî jî heye
Ev serdan di aliyê têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de wekî nîşaneyek girîng û erênî tê nirxandin. Lê li gorî çavkaniyan bi boneya statûya YPJê di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî de rageşiyek jî heye. Şam di aliyê tevlibûna YPJê ya di nav artêşa Sûriyeyê de astengiyan derdixe û Rêveberiya Xweser jî vê rewşê wekî xetek sor dibîne.
Di hevdîtinan de dê şêwazê tevlibûna YPJê ya di nav artêşa Sûriyeyê de û herwiha berdewamkirina hebûna YPJê bê nirxandin. YPJ israr dike ku di nav artêşa Sûriyeyê de wekî tûgayekê cih bigire. Hikûmeta Demkî jî heta niha li dijî tevlibûna jinan a di nav artêşê de derdikeve. Hevîtin di rewşek wiha de pêk tê û ji bo vê yekê wekî nêzîkatiyek erênî tê dîtin.


